21:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    DAIŞê êriş kir - 4 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Di encama êrişa çekdarên DAIŞê de 4 pêşmerge li Şingalê jiyana xwe ji dest dan.

    Şingal — Li gor agahiyên Rûdawê, îro 14ê Îlonê çekdarên DAIŞê bi hawinan êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge li Şingalê kirin û di encamê de 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

    Çavkaniyekê ji Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: "Îro di encama ketina hawineke çekdarên DAIŞê li eniya Şingalê de, 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan."

    Wî çavkaniyê han herwiha ji Rûdawê re got: "Balafirên şer ên hevpeymanan jî piştî wê êrişê navend û çeperên DAIŞê li eniya Şingalê dane ber bombeya."

    Li gor gotina wî çavkaniyê pêşmerge "di encama bombebaranê de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin."

    Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa sala 2014an di êrişekê de navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kontrol kirin.

    Ji ber êrişê DAIŞê, bi sedan hezar kurdên êzidî û mesîhî ji deverên xwe reviyan û bo parastina cane xwe koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

    DAIŞê di êrişên xwe d eû piştî ku Şingal û deverên dinên kurdên êzidî kontrol kir, dest bi komkujiyeke berfireh kir û bi hezaran kesên sivîl kuştin. Herwiha bi hezaran keç, jin û zarokên kurdên êzidî wek dîl girtin û revandin.

    Bi heman mijarî:

    Gever tê bombekirin
    HPG: 33 polês hat kuştin
    Li Kerboranê şer
    Behra ewreng, Baykala pîroz
    Li Hezroyê pevçûn
    Demirtaş: ‘Wê Qendîl jî Enqere jî dengê me bibhîze'
    Etîketan:
    Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de