11:22 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Operasyonên Bexdayê de 21 DAIŞ hatin kuştin

    © AFP 2017/ File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Sekirdatiya Operasyonên Bexdayê ragihand, di operasyonên îro yên li dijî rêxistina DAIŞê de 21 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

    Bexda — Serkirdatiya Operasyonên Bexdayê îro 14ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand: "Li navçeya Germe hêzên ewlehiyê karîne 8 çekdarên DAIŞê bikujin ku yek ji wan nîşangir bûye."

    Li gor daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê herwiha karîn e otomobîleke tije çek û teqemneî ya rêxistina DAIŞê jinav bibin û herwiha veşartingehekê jî jinav bibin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, di operasyonên li deverên Naîmiye, Sibîhat, Ebû Xurêb û çend deverên din ên li rojavayê bajarê Bexdayê de, hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn 13 çekdarên DAIŞê bikujin û 5 kesên din jî birîndar bikin.

    Herwiha hat destnîşankirin, ku di wan operasyonan de 12 bombeyên vedayî û bombeyên di nava 2 xaniyên bombekirî de hatin pûçkirin. Herwiha veşartingehek û xendek jî hjatin dîtin.

    PKK
    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Piştî derbasbûna mehekê bi ser ketina bajarê Rumadî, navenda îdarî û siyasî ya parêzgeha Enbarê bi destê çekdarên DAIŞê, Hikûmeta Iraqê di 13ê Tîrmeha îsal de bi beşdariya 10 hezar ji hêzên ewlehiyê û herwiha bi beşdariya milîsên Heşda Şeibî û hêzên polîs dest bi operasyona kontrolkirina Enbarê kir.

    Ligel ku ew operasyon heta niha berdewam dike, lê belê heta niha Artêşa Iraqê nekariye bigihîje armanca xwe û hêj bajarê Rumadî, navenda parêzgeha Enbarê jî di destê DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    HPG: 33 polês hat kuştin
    Behra ewreng, Baykala pîroz
    TAYBET - Wekîla HDPê Enise Güneyli derbarê bûyera Cizîrê de ji Spûtnîkê re axivî
    TAYBET - "Tirkiye bi modela Srî Lankayê dê winda bike."
    TAYBET - Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye'
    Etîketan:
    bû Xurêb, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de