14:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    Dîwar wekî şahidên nijadperestiyê, Farqîn

    Polês kesî bernade ku biçin Farqînê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li navçeya Farqînê polês nahêle heyeta saziyên sivîl têkevin Farqînê.

    Farqîn-Li navçeya Farqînê ya Amedê operasyona piştî qedexeya derketina derve hatibû destpêkirin tê berfirehkirin û heyeta saziyên sivîl di têketina navçeyê de ji hêla polêsan ve hat rawestandin.

    Heyeta ku ji sazî û rêxistinên wekî ÎHD, TÎHV, TTB, MHD, TMMOB, KESK û Baroya Amedê pêk tê ji bo li Farqînê lêkolînê bikin ber bi navçeyê ve bi rê ketin.

    Polêsên di têketina navçeyê de bend danîbûn nehiştin heyet têkeve navçeyê. Sekna endamên heyetê li ber benda polêsan didome.

    Hin endamên heyetê ji bo benda li pêşiya wan were rakirin bi Qeymeqamê Farqînê re hevdîtin pêk anîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kanîreşê şer
    Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
    Polîsan êrîşî Bloka Aştiye kir
    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    DAIŞê êrişî YPGê kir
    Etîketan:
    KESK, ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Farqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de