17:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Silopya-Şirnex

    Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin

    © Ruptly. Omer Farûk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1801

    Li gorî ajansa DİHAyê li başarê Şirnexê, danê sibehê leşkeran avêtin ser gelek gundan. Di serdegirtinan de herî kêm 13 Kurd hatin binçavkirin.

    Şirnex — Di serdegirtinên hemdemî de, li gundê Nerexê Emîn Kilinç, li bajarokê Gundikê Melê Şerîf Ozbek, Saît Sîdar, Osman Çîftçî, Mustafa Çîftçî û Hevserokê DBP'ê Osman Sîdar, li gundê Zorava Încîfe Îşlek, Sadik Îşlek û Pîjan Îşlek, li gundê Kenîsarê Nezîr Gerez û Eyup Gerez, li gundê Biryanê Abdulazîz Ecer û Alî Demîr hatin binçavkirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkeran avêtine ser nêzî 50 malan û gelek welatî ne li malê xwe bûn.

    Hat ragihandin ku leşkeran welatiyên binçav kirin birin 23. Fermandariya Tumenê ya Jendermeyan a Şirnexê.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirk; bila wezîrên HDPê ji hikûmetê bên avêtin!
    TAYBET - Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye'
    Li Cizîrê qedexeya derva rabû
    Etîketan:
    Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de