05:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    mehmet kartal

    TAYBET - "Tirkiye bi modela Srî Lankayê dê winda bike."

    © Foto: REUTERS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33800

    Endamê LRG yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê/Hereketa AZADÎ Mehmet Kartal daxuyand ku şer ji bo siyaseta Kurdistanê û Tirkiyê tu destkeftiyan pêk nayine, ger ku dirêj biajo û pêşde biçe wê bandorê li hemû derdorên Kurdistanê û Tirkiyê bike.

    Kartal anî ziman ku tundî wê bibe sedema texrîbatên civakî yên mezin û dem ne dema şer e, dem dema tifaq û dîplomasiyê ye.

    Mehmet Kartal ê ku ji Spûtnîk Kurdî re axivî di derbarê helwesta Kurdan ya di siyasetê de ev daxuyanî dan:

    Li Rojhilata Navîn di pêvajoya dîzayna siyasî ya nû de ji bo ku Kurd bigihêjin armanca xwe ya dîrokî, bi awayekî eşkere em dikarin bibêjin ku ji bo dewletbûna Kurdan divê li ser bingehîna tifaqê manevrayên dîplomatîk bên kirin. Serokên Kurdanji bo destkeftiyên şênber divê dengeyên cîhanê baş bixwînin, ji ber ku ev pir girîng e.

    Divê siyaseta Kurd hêviya xwe ji bloka Rojhilat a ku di nîvê sedsala 20emîn de bi Pakta Varşovayê hate damezirandin, bibire û divê têkiliyên xwe di kesayetiya DYA û YEyê de, ku desthilatdarên siyaseta Rojhilata Navîn in, bi bloka Rojava re di asta herî bilind de bigire.

    Bloka Rojava jî bi tu gelekî perçe perçe re îtîfaqê çê nake. Jİ bo vê yekê pêwîst e ku Kurd li her çar perçeyan siyaseta xwe bikin yek, pergala leşkeriya xwe bidin rûniştandin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Helbet divê li hemberî dagirkeriya rêxistinên radîkal ên ku bêînsaf û bêmerhemet divê eniya leşkerî bihêz were girtin, heta divê helwesta leşkerî li ser zemîna muşterekên herî hindik û bi yekîtiya leşkerî ya hevpar were xurt kirin.

    Lê divê Kurd karibin bi siyasetê, bi bêîtîatiya sivîl, bi çalakiyên sivîl ên ku dê di rayagiştî ya cîhanê de deng bide û bi peywendiyên bi saziyên desthilatdar ên cîhanê re têkoşîna xwe ya mafdar bigihêjîne rayagiştî ya navneteweyî.

    Kartal li ser pêvajoya şer a ku li Tirkiyê û Kurdistanê bi bûyera Pirsûsê dest pê kir, axivî û ev nirxandin kirin:

    Rexneyên ku em li ser xwendina dengeyên cîhanê li siyaseta Kurd digirin, dive em li Tirkiyeyê jî bigirin. Kurd li du perçeyan xwediyê herêmên defacto ne lê dewlet dike ku perçeyê Kurdan yê di nav ‘'sînorê'' wê de bin pê bike. Ev kirina wek siyaseta bipîne jî nayê bi nav kirin. Cihê ku cîhan li ser erdnîgariya Kurdistanê xebatên dîzaynê dike, paradîgmaya siyaseta Tirkiyê ya Rojhilata Navîn ku îflas kiriye, dê ji bo Tirkiyeyê encamên baş nede.

    Divê Tirkiye êdî bi adab û rêbazên medenî û demokratîk nêzî Kurdan bibe, ku ev ji bo Tirkiyê dê teqez bixêr be. Siyaseta xapandinê ya ji bo hilbijartinê hilberîna paradîgmaya kevn ya Rojhilata Navîn e û pêşdeçûn û zêdebûna şer ê ku dawiya wî ne diyar e, li Tirkiyeyê dê bandorê li ser her derdorê bike. Hişmendiya ku dixwaze siyaseta Kurd bi modela Srî Lankayê pasîfîze bike, bêguman wê wenda bike. Ji bo çareseriya nîhaî ya pirsgirêka Kurd şert e ku qenalên siyasî werin normalize kirin.

    nane
    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Divê di vê mijarê de PKK jî jî ji hawirê şer dûr bisekine û ji bo bidestxistina rewatiya navneteweyî dive di nav xebatên aşitiyane de be. Ger ku di vê pêvajoya nû de siyaseta Kurd di nav faaliyetên krîmînal de cih bigire, berdin rewatiya navneteweyî, rewatiya civakî jî wê bi awayekî cidî xisarê bibîne. Daxwaza me ew e ku ev şerê heyî bi dawî bibe û tevlî PKKê bi hemû aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanê re li gorî rêbazên cîhana medenî ev pirsgirêk were muzakere kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê Roja Cejnê Qurbanê diyar bû
    Wezîrê Tirk; bila wezîrên HDPê ji hikûmetê bên avêtin!
    TAYBET - Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye'
    Mesrûr Barzanî; Iraq perçe dibe
    Dewleta Misirê tûrîstên Meksîkayî kuştin
    Etîketan:
    mehmet kartal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de