16:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sedîyanî

    TAYBET - Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye'

    © Foto: Cesim İLHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18141

    Me sedemên qutbuyîna ‘pêvajoya çareseriyê' û destpêkirina şerê herî dijwar ji ronakbirê kurd Îbrahîm Sediyanî pirsî.

    Cesîm Îlhan

    Almanya — Sediyanî ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk li hember kurda dest bi şerekî mezin kiriye.

    Sediyanî destnîşan kir ku sedema vî şerê jî serkeftinên YPGê ya li hamber DAIŞê û di hilbijartinên 7ê Hezîranê de serkeftina HDPê ye. Sediyanî got: ‘AKPê ji xwe şer kişandibû nav Sûriyeyê. Dema kurdên oldar-muhafazekar ji AKPê qetiyan û piştgirî dan HDPê, AKP jî ji qontrolê derket.'. Sediyanî anî ziman ku, çi dibe bila bibe divê aştî bête avakirin.

    nane
    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH

    SEDİYANÎ PIRSEN ME WIHA BERSIVAND:

    Li axa Kurdistanê ‘pêvajoya aştiyê-çareseriyê' hebû. Em li benda ‘biharê' bûn, lê mixabin em di nav ‘dojehê de' dijîn niha.

    Her çiqas ku ‘aştî û çareserî' derw bû jî, rastiyekê hebû: Kes nedimrî, cenaza nedihat hilanîn û êş nediket mala kesî. Tenê ji ber vî sedemê be jî divê mirov piştgirî bida vê pêvajoyê.

    Em hê jî piştgirî didin vê ‘pêvajoyê aştiyê'. Ez wisa dibinim ku gelê Tirkiyê jî bi zêdeyî piştgirî dide. Lê bele girseyeke piçûk heye ku ji vî şerê feyde dibine.

    Zêdeyiyê civakê li hêla aştiyê ye. Sedema vî şerê jî ev e: Ew kesên ku dewletê birêvedibin  aştîyê naxwazin. Hikumet niha banga şerê dike û ji hela aştixwaziyê jî li hevberê MHPê cih digre. Ew tejîyên qesrê ku 2 sal in dibêjin ‘aştî û aştî' û li sere me didan niha jî kî/kê beje ‘aştî' li sere wan dide.

    Du sedemên girîng yê xelasbûna pêvajoyê dest pê kirina şerê li hember kurda heye.

    1-Li Rojava, bi taybet li Kobanê û Serêkaniyê  serkeftîbûna YPGê ya li hember çeteyên DAIŞê.

    HPG
    © Foto: umudayuruyenler.net
    2-Di hilbijartinên 7 Heziranê de serkeftina HDPê ya li hember AKPê.

    Du serkeftinên kurda AKPê tekbir û ji qontrol derxist.

    ‘Gelo baş bû an xirab' û ‘ wê aqubeta HDPê çi bibe', ancax Xweda pê bizane. Lê bele ez aqubeta AKPê qet baş nabînim.

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî; Iraq perçe dibe
    Dewleta Misirê tûrîstên Meksîkayî kuştin
    Zavayê Erdogon jî ket rêveberiyê AKPê
    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir
    Îranê hişyarî da Amerîka
    Etîketan:
    ibrahim sediyani, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de