21:30 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hat îdiakirin ku DAIŞê di nav hefteyekê de herî kêm 40 çekdarên xwe kuştine!

    DAIŞê 2 berpirsên xwe yên mezin îdamkirin. Hat îdiakirin ku DAIŞê di nav hefteyekê de herî kêm 40 çekdarên xwe îdam kirine!

    DAIŞ
    © Foto: AP Photo/ File
    Duh li bajarê Mûsilê, du rayedarên DAIŞê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin îdamkirin.

    Jêderekî ji Pijîşkiya Dadê ya Mûsilê got, ew her du rayedarên DAIŞê li nav bazara Dewase ya bajêr û li ber çavên welatiyan hatibûn îdamkirin û cenazeyên wan jî radestî Pijîşkiya Dadê hatin kirin.

    Wî jêderî da zanîn, navên wan DAIŞiyên ku hatine îdamkirin, Ebû Omer Lîbî û Ebû Osame bûn ku her du jî berpirsên çêkirin û danîna bombeyan bûn.

    Li gorî agahiyên wî jêderî, tenê di heyama hefteya borî de herî kêm 40 çekdar û rayedarên DAIŞê, bi sedemên cur bi cur, ji aliyê wê rêxistinê ve hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê 12 DAIŞ hatine girtin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de