13:51 24 Mijdar 2017
Zindî
    nane

    Li Cizîrê qedexeya derva rabû

    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Li bajarê Cizîrê qedexeya derketina ji malan rabû.

    Walîtiya Şirnexê ragihand, qedexeya derketina derve ya ku ji duh êvarê saet 19:00 li Cizîrê hatibû ragihandin, îro danê sibê saet 07:00 xilas bû.

    Duh piştî ragihandina qedexeya derketina derve, komek xelkê Cizîrê li dijî wê biryarê xwepêşandan kiribûn.

    Dewleta Tirk roja 4ê Îlonê jî li Cizîrê rewşa awarte ragihandibû û derketina derve qedexe kiribû. Wê fermanê 9 rojan ajotibû.

    Ew ferman bi hêceta "tijîkirina xendeqan" hatibû ragihandin, lê di heyama wan rojan de herî kêm 22 kesên sivîl ji aliyê hêzên polîs ve hatibûn kuştin.

    Cenazeyên 16 ji wan duh bi merasîmekê girseyî hatin veşartin.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Roj roja rabûna ser piyan e - Cizîr meşa azadîye ye
    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
    Etîketan:
    Tirkiye, PKK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de