20:59 26 Îlon 2017
Zindî
    amed

    Li Amedê navbera gel û polêsan de pevçun derket

    © Foto: Gülnuş Ergül
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Li navçeya Yenişehir a Amedê di nav polîsên Tirkiyeyê û welatiyan de ku qedexekirina kolanan protesto dikirin pevçûn derket.

    Amed — Girseyê li Ofîs û Koşuyolu bi armanca proteskirina derketina kolananan a li navçeya Surê kom bûyî rastî êrişa bombeyên gazê û ava şid a polîsên Tirkiyeyê hatin. Ji ber êrişan esnafên Ofîs û Koşuyoluyê dikanên xwe girtin û êriş şermezar kirin.

    Şirnex- Cizîr
    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Polîsan Tirkiyeyê cadeyên Ekinciler û Kasaplarê jî girt û destûr nedan ti wesayît derbas bibin.

    Walîtiya Amedê îro derketina derve li navçeya Sûr qedexe kiribû û hêj li wê navçeyê pevçûn didomin. Herwiha polîs destûrê nade ne rojnamevan û ne jî kesekî din derbasî navçeyê bibin.

    Tê gotin dibe ku li navçeyê birîndar û kuştî hebin lê derbarê wê yekê de hêj ti agahî nehatine bidestxistin.

    Ji aliyê din ve Walîtiya Amedê ragihand qedexkirina derketina derve li navçeyê didome.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan êrîşî Bloka Aştiye kir
    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    Demîrtaş ji bo aştiyê bang li Enqerê û Qendîlê kir
    HPG: Divê zemîn ji provokasyonan re neyê pêşkêşkirin
    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê
    Etîketan:
    Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de