01:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    DAIŞê êrişî YPGê kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 151 0 0

    Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPGê û çeteyên DAIŞê de şer derket.

    Rojava  — Li gor agahiyan, şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de bajarê Hesekê diqewime.

    Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand, çekdarên DAIŞê êrişî çend rêbend û xalên kontrolê yên YPGê li ser rêya Girê Spî, û her wiha dibistanek navdewletî li başûrê rojavayê Hesekê kirin û di navbera her du aliyan de şerê dijwar dest pê kir.

    DAIŞ
    © Foto: AP Photo/ File
    Wî çavkaniyî da xuyakirin ku şer bi dûrî 6 km ji navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê derketiye û li gor gotina wî, çekdaran dest bi ser 2 rêbendên YPGê de girtine.

    Ji aliyekê din ve di heyama 2 rojên borî de balafirên şer ên hevpeymanan zêdetirî 6 caran başûrê rojavayê Hesekê bombebaran kirin.

    Hat ragihandin, êrişa balafirên hevpeymanan bo rêgirtin li pêşveçûnên çekdarên DAIŞê bûye da ku nekarin ti cihên din kontrol bikin.

    Çavdêrên siyasî û leşerî behsa wê yekê dikin ku ew êrişên biçûk ên DAIŞê tenê hewlek e bo rawestandina êrişên şervanên YPGê bo ser bajarokê Şedad a li başûrê Hesekê ye, ku yek ji pêgehên bihêz ên DAIŞê li wê deverê ye.

    Bi heman mijarî:

    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Polîsên İsraîl eriş li Mescîd-î Aksayê kirin
    Demîrtaş ji bo aştiyê bang li Enqerê û Qendîlê kir
    Etîketan:
    Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de