11:30 24 Îlon 2017
Zindî
    demirtaş

    Demîrtaş ji bo aştiyê bang li Enqerê û Qendîlê kir

    © Foto: HDP. org.tr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Demîrtaş banga aştiyê kir û destnîşan kir ku KCK ji bo agirbesta dualî amade ye, lê AKP di şer de israr dike. Demîrtaş xwest ku destek ji bangên aştiyê re were dayîn.

    Meşa Cizîrê
    © Foto: HDP Genel Merkez Basın Bürosu
    Amed-HDP û DBPî piştî Walîtiya Amedê li navçeya Sûrê derketina derve qedexe kir, ber bi Meydana Deriyê Çiyê ve herikîn. Polîsan bi bendan ketina Derê Çiyê û Kolana Gaziyê girtin.

    Demîrtaş li qadê daxuyanî da û anî ziman ku ew hewl didin bi diyalog, siyasetê rêya aştiyê vebikin û got: ‘Dema em li vir daxuyaniyê didin li Sûrê dengê çek û helîkopteran tê me. Li şûna pirsgirêkan bi rêyên diyalogê çareser bike serî li şer dan û ev yek bi kêrî kesî nayê.'

    Demîrtaş anî ziman ku gel piştgiriyê dide pêvajoya diyalogê û wiha axivî: ‘Me daxwaza xwe ya aştiyê û banga xwe yek alî nekir û em nakin jî. Divê hemû bangên me weke nêrîna gel bên nirxandin. Divê Enqere jî û Qendîl jî bersiva projeya hêviya gel bide.'

    Demîrtaş axaftina xwe domand û got: ‘Bersivên ji bangên me re hatin dayîn hene. Dibêjin wê operasyon heta dawiyê bidomin û heta ‘terorîstek' hebe wê berdewam bikin. Yek jî dibêjin em ji agirbestê re amade ne.'

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Gelê Amedê bendan rakirin û ber bi Sûrê ve dimeşin
    Li Sûrê û Farqînê derketina derve hat qedexe kirin
    Etîketan:
    DBP, HDP, Selahattîn Demîrtaş, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de