12:32 25 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li Kerkûkê 12 DAIŞ hatine girtin

    © Foto: AP Photo/ File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Li Kerkûkê 12 çekdarên rêxistina DAIŞ'ê ku dixwestin dize bikin navenda bajêr û navçeya Daqûqê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

    Kurdistan — Li Kerkûk û navçeyên wê operasyonên li dijî çekdar û alîgirên rêxistina terorîstî ya DAIŞ'ê berdewamin. Komek çekdarên DAIŞ'ê ku xwe xistibûne nava xelkên sivîl hatine girtin.

    Rêveberê Asayîşa Daqûqê Pola Delo bo BasNews ragehand ku komek çekdarên DAIŞ'ê ku ji 12 kesan pêk dihat xwestin dize bikin û bêne nava bajarê Kerkûk û navçeya Daqûqê û çalakiyekê encam bidin.

    Delo got: "Piştî rizgarkirina 10 gundên Daqûqê, nêzîkê 200 malbatên rizgarkirî ji wan gundan hatine veguwestin. 12 çekdarên terorîst jî xwe di nava van malbatan de veşertibûn û dixwestin dize bikin herin Kerkûk û Daqûqê. Lê belê hatine girtin."

    Pola Delo diyar kir ku di lêpirsîna destpêkê de van çekdaran lixwe mikûr hatine ku armanca wan ew bûye ku li Kerkûk û Daqûqê çalakiyan bikin û herwiha beşdarê gelek pevçûnan bûne li dijî Pêşmerge.

    Delo da zanîn ku lêpirsîna van kesan hê berdewame.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Divê Kurd bi aştî ji Îraqê cuda bibin'
    Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'
    Partiyên Kurdistanî Derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin
    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê
    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê
    Etîketan:
    Pola Delo, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de