01:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 79 0 0

    Heyeta ku ji hevserokên HDP, DBP, HDK û DTKê pêk tê, ji bo li gel partiyên siyasî hevdîtinan bikin çûn Başûrê Kurdistanê . Heyet destpêkê çû serdana YNK'ê û li gel rayedaran hevdîtin pêkanîn.

    Navenda Nûçeyan-Heyeta ku ji Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCDê Selma Irmak, Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek û Hevberdevkê HDKê Ertugrul Kurkçu pêk tê, ji bo hin hevdîtinan çûne Başûrê Kurdistanê.

    Heyet, destpêkê li gel rayedarên YNKê re hevdîtin pêkanîn. Heyet, ji aliyê endamên Polîtburoya YNK'ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Omer Fettah, Alîkarê Sekreterê Giştî Mele Bextîar ve hate pêşwazîkirin.

    Heyet, piştî hevdîtina YNK'ê, dê li gel rayedarên Tevgera Goran hevdîtin bikin.

    Her wiha tê zanîn ku heyet wê sibe biçe Hewlerê û bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê re hevdîtin pêkbîne.  

    Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek derbarê hevdîtinan de axivî û got: ‘Em dixwazin derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd û berxwedana gel rêxistinên başûr agahdar bikin.'

    Yuksek diyar kir, çawa ku Kurd di berxwedana Kobanê û Şengalê de helwestek hevpar pêşxistin, divê li hemberî êrişên dawî de jî heman helwest were pêşxistin. 

    Bi heman mijarî:

    Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'
    Barzanî: 'Divê Kurd bi aştî ji Îraqê cuda bibin'
    Şivan Perwer: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'
    "PKK dixwaze xwe meşrû bike"
    Etîketan:
    HDK, DBP, HDP, YNK, Mele Bextîyar, Ertugrul Kurkçu, Kamuran Yuksek, Selma Irmak, Fîgen Yuksekdag, Başûrê Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de