21:45 25 Îlon 2017
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    Civîna partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina krîza serokatiyê dest pê kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Heftemîn civîna partiyên şirîkên hikûmetê yên Başûrê Kurdistanê, ji bo kirîza serokatiyê çareserbikin dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan-Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê heta niha jî didome û partiyên şirîkên hikûmetê niha cardin li ser wê kirîzê civîneke din li dardixin.

    Heta niha Amerîka, NY, Ewropa û Îranê hewl dane di çareserkirina kirîza serokatiyê de alîkariya partiyên Başûr bikin lê heta niha ew hewl û hevdîtin negihîştine tu encamekê.

    Tê gotin ku di civîna îro de Yekgirtûya Îslamî dê pêşniyareke nû pêşkêşî partiyan bike lê li ser naveroka wê pêşniyarê ti agahiyek nehatiye eşkerekirin.

    Nakokiya sereke ya partiyan, şêwaza hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK dibêje bila ji aliyê gel ve were hilbijartin lê YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî dibêjin bila ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şivan Perwer: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'
    Barzanî: 'Divê Kurd bi aştî ji Îraqê cuda bibin'
    Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'
    Partiyên Kurdistanî Derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin
    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê
    Etîketan:
    Yekgirtûya Îslamî, Goran, YNK, PDK
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de