17:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Şivan Perwer

    Şivan Perwer: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'

    © Foto: Public Domain
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23812

    Şivan Perwer ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'

    Meşa Cizîrê
    © Foto: HDP Genel Merkez Basın Bürosu
    Navenda Nûçeyan-Şivan Perwer, ji rojnameya Cumhuriyetê re derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî û got: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'

    Perwer anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Erdogan û Ocalan ve hat destpêkirin lê derba herî giran ji aliyê Erdogan li pêvajoyê ket.

    Perwer rexne li AKPê û Erdogan kir û got, Erdogan dikarîbû aştiyê bianiya Tirkiyê û xelata Nobelê ya Aştiyê jî bidest bikira û wiha axivî:

    'Lê mixabin, Erdogan ji nijadperestên MHP û CHPê tirsiya. Erdogan, piştî bûyerên Kobanê, zimanekî tûj û milîtarîst bikar anî. Ev jî bû sedema nemana pêvajoya çareseriyê.'

    Şivan Perwer di dawiyê de got: 'Divê mafên kurdan bên dayîn, hêza navendê were kêmkirin û li şûna wê rêveberiya herêmî were paşxistin. Di vî warî de Tirkiye dikare Herêma Kurdistanê ji xwe re mînak bigire.'

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Divê Kurd bi aştî ji Îraqê cuda bibin'
    Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Partiyên Kurdistanî Derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin
    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê
    Etîketan:
    Cumhuriyet, AKP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de