13:56 26 Îlon 2017
Zindî
    Fazil Mîranî

    Fazil Mîranî: ‘Kirin nekirin Barzanî negot ‘PKK terorîst e'

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12910

    Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî diyar kir ku hêzên navdewletî kirin û nekirin Barzanî ji PKKê re negot "terorîst".

    Meşa Cizîrê
    © Foto: HDP Genel Merkez Basın Bürosu
    Enqere-Heyata PDKê ya ku duh li Enqerê tevlî kongreya AKPê bibû, îro çû serdana navenda giştî ya HDPê û ji aliyê berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen û komek rayedarên din ên wê partiyê ve hat pêşwazîkirin.

    Di hevdîtinê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî behsa şerê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got, divê şer were sekinandin û pirsgirêk bi siyasetê bên çareserkirin.

    Mîranî her wiha got, me bi rayedarên AKPê re jî hevdîtin kir û me heman tişt ji wan re jî gotin.

    Fazil Mîranî ji HDPê xwest, xebata xwe ya siyasî ji şer dûr bigirin û got, bila xebata siyasî û şer ji hev cuda bin. Şer şêwazeke xebatê ye lê ya herî baş siyaset e.

    Mîranî bang li HDPê kir ku, di nav hikûmeta nû ya Tirkiyê de cîh bigire.

    Mîranî wiha domand, rast e di navbera me û hevalên PKKê de nêrînên cuda hene lê armanca me hemû kurdan yek e. Serok Barzanî, ruxmî guvaşeke mezin dîsa negot PKK terorîst e. Li gorî me, ew ne terorîst in û ji bo armanca xwe xebat dikin.

    Parlamenterê HDPê Dogan Erbaş jî axivî û got, em jî wek HDP ti carî şer naxwazin û em her roj banga agirbest û aştiyê dikin û ji bo vê yekê jî çi ji destê me tê, em dikin.

    Nûnerên YNK, Gorran, Komel, Yekgirtû, PDK û Bizava Îslamî ya Kurdistanê duh li Enqerê tevlî kongreya AKPê bibûn. 

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê şer: 2 mirî, 5 birîndar
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Polêsan li Sûrê welatiyekî birîndarkirin.
    Li Sûrê û Farqînê derketina derve hat qedexe kirin
    Partiyên Kurdistanî Derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin
    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê
    Etîketan:
    HDP, PDK, Fazil Mîranî, Ayhan Bigen, Dogan Erbaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de