21:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    partîyên kurda

    Partiyên Kurdistanî Derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 104 0 0

    Partî û dezgehên siyasî yên Bakur li Amedê derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin û ragihandin zihniyeta derbeyê îro jî didome.

    Navenda Nûçeyan — Şandekê li ser navê Hereketa Azadî, Partiya Azadiyê  û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) îro li Amedê li ber girtîgeha Amedê ya no 5ê civiyan û darbeya 12ê Îlonê şermezar kirin.

    Li ser navê 7 partîyan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik axaft û got, em derbeya 12ê Îlonê bi nefretê rûreş dikin û wiha domand:

    "Li vê girtîgehê de bi deh hezaran kes hatin zidankirin û bi dehab welatperwerên kurd hatin qetil kirin. Wek, Necmettîn Buyukkaya, Mazlum Dogan, Cemal Arat, Orhan Keskîn, Yilmaz Demîr, Bedrî Tan, Ferhat Kurtay, Remzî Ayturk, Kemal Pir, Hayri Durmuş. Darbeya 12ê Îlonê, di hêşê miletê kurd û Kurdistanîyan da birîneke kûr vekirî ye. Kurdistan hate şewitandin, wêran kirin. Herweha darbeya 12ê Îlonê de bi hezaran demokrat, pêşverûyên Tirkiyeyê jî hatin hefskirin, bi dehan kes hatin kuştin."

    Mustafa Ozçelik anî ziman îro jî aqilîyeta derbeya 12ê Îlonê berdewam e û bal kişan ser bûyerên li navçeya Cizîra Şirnexê û wiha pê de çû:

    "Li Cizîrê bi hezaran kes 8 rojan di zindanekê vekirî de birçî, bê av, bê elektrîk hatin ceza kirin. Gelek bajarên Kurdistanê di bin êrişên dewletê de hatine wêran kirin. Li bajarên Tirkiyeuê, kurd jiber kurdbûna xwe tên kuştin. Mal û milkên kurdan, otobusên ku kurdan hildigirin, avahîyên HDPê, tûşî êrîşan dibin."

    Ozçelik amaje kir şer zerarê dide kurd û Kurdistanê û îro pêwîstîya gelê kurd bi şer bi şer tuneye û got; têkoşîna azadîya Bakurê Kurdistanê, divê bi rê û rêbazên siyasî, girseyî dîplomasî bê meşandin.

    Herwiha Serokê PAKê bang li PKK û dewlata Tirkiyeyê kir, şer û pevçûnan demildest rawestînin û jo bo çareseriyê pêvajoyek rasteqîn, berfireh û zelal were destpêkirin.

    Girseyê piştî daxuyanîyê qerenfîl danîn ber derîyê girtîgehê û jibo kesên li wir hatîne kuştin û jibo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyeke rêz girtin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Şaredariya Bazidê hat girtin
    "PKK dixwaze xwe meşrû bike"
    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    Etîketan:
    Mustafa Ozçelik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de