05:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4211

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, li gorî mercên niha garantiya sexwebûna Kurdistanê nîne.

    Kurdistan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek li gel televîzyona Rusya 24ê de diyar kir, rewşa siyasî ya niha û rewşa ewlekariya Iraqê ya niha, garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê.

    Mesûd Barzanî amaje kir serxwebûn mafê miletê kurd e û got, lê rewşa niha garantiyê nade serxwebûnê.

    Barzanî diyar kir Herêma Kurdistanê dixwaze wê pirsa bi rêyên aştî û diyalogê ligel Bexdayê çareser bike û got, jixeynî pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de yê Hikûmeta Iraqê çend pirsên wê yên din jî hene.

    Herwiha Barzanî anî ziman, cudabûna ji Iraqê helwestek normal û demokratîk e û dê gelê derbarê vê yekê biryara xwe bide.

    Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, kurdan her tim ji bo Iraqek federal hewl daye.

    Bi heman mijarî:

    "Aqûbeta Katalan'an li serê Kurdan be"
    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin
    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    Serokê Şaredariya Bazidê hat girtin
    "PKK dixwaze xwe meşrû bike"
    Selahattin Demîrtaş li Cizîrê axivî got: "Enqere ditirse"
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de