11:16 21 Mijdar 2017
Zindî
    demirtaş

    Selahattin Demîrtaş li Cizîrê axivî got: "Enqere ditirse"

    © Foto: HDP. org.tr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li Cizîrê axivî û bang li AKP'ê kir, ku bi Ocalan re muzakereyê bike û ji bo civakê jî got, "Eger em karibin bi hev re tevbigerin, ev zilm rojekê jî namîne."

    Navenda Nûçeyan — Demîrtaş bi gotina "Yên dibêjin ez mirov im û di dilê xwe de mirovahî heyî bila bê vir, zilm û hovîtiya hatiye kirin bibîne û li gel wê jî berxwedana gel a bi rûmet bibîne û bibihîze" dest pê kir û sersaxî ji malbat û gelê Cizîrê re xwest, ji kesên birîndar re şîfa xwest.

    Îsmaîl Beşîkçî
    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Demîrtaş diyar kir ku dewlet û AKP'ê 10 roj in li Cizîrê 120 hezar kes dîl girtin û wiha got: "Lê li hemberî dîlgirtinê gelê Cizîrê 10 roj in bi berxwedaneke mezin bersiv da. Ez berxwedana we ya bi hûrmet silav dikim." Di vê navberê de girseyê dirûşmeya "Kujera Erdogan" berz kir.

    Demîrtaş got "Her hikûmet, Serokkomar, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Artêşê hatî polîtîkayên komkujiyê pêk anîn. Li hemberî hemû komkujiyan, we her tim gotin aştî. Ji ber vê yekê Enqere ewqas ji we ditirse. Daxwaza we ya aştiyê weke qelsî û tirsê dibîne. Enqere ji ber vê yekê şaştiyê dike. Dibêjin wê bi tank û topan pirsgirêka kurd çareser bikin. Yên şer ceribandin hatin darizandin lê gel li ser piyan ma. Niha, we bi tank û topan hilweşandin, gelo we çi çareser kir? We ev gel teslîm girt? Gotin wê daxwaza gel a xwe rêvebirinê bi tank û topan rawestînin. Ev gel bi hezaran salane li vir dijî, dixwaz bi çand û ola xwe jiyana xwe bidomîne û têkoşîna xwe bide.

    Demîrtaş da zanîn ku êrîşên gelek zînde ne û birînên wan hêj bi xwîn e. Demîrtaş bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî zilm û şer bibin yek û wiha pê de çû: "Ji her aliyê Tirkiyeyê re cenaze diçin li her derê dayik digirîn. Tenê bi yekîtiya gelan wê ev zilm bi dawî bibe. Eger em vê yekîtiyê pêk bînin ev zilm wê di rojekê de xilas bibe."

    Demîrtaş anî ziman ku dibe ku niha li navçeyê qedexe hatibe rakirin lê bi awayeke fîlî berdewam dike û wiha axivî: "Hevalên me yên parlamenter gav bi gav pêşketinên li vir ragihandin. Niha em ê birînên xwe bipêçin. Em ê kolan û malên hatine xerakirin înşa bikin. Em ê ji kesên ku bi tank û topan bi ser me de tên netirsin. Yê ku zilmê li me bikin wê li ser vê axê berxwedanê bibînin. Em ê li vir bi hevşaredar û parlamenterên xwe ve li cem we bin. Ji bo ev birîn bên pêçandin em ê bixebitin.

    Li aliyê din jî di warê hiqûqî û siyasî hesabê vê yekê bipirsin. Waliyên ku bersivê nadin wekîlên me bibgirin heta hemû kesên berpirsyar in dê hesabê zarok û welatiyên me yên hatin qetilkirin bê pirsîn. Wê zilma AKP'ê bi dawî bibe û yên zilmê dikin hesab bidin."

    anf

    Bi heman mijarî:

    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin
    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Selahattin Demîrtaş, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de