11:24 21 Mijdar 2017
Zindî
    Gerîlayên PKK

    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin

    © REUTERS/ Asmaa Waguih
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Du kurmamê hev, yek gerîla yê din leşkerê artêşa Tirkiyê, di heyama 20 rojan de jiyana xwe jidest dan û termê herdukan jî di heman goristanê de hate veşartin.

    Navenda Nûçeyan — Recep Baycur û Ridvan İpek ku xelkê gundê Kirimkaya ya navçeya Karakoçan a ser bi bajarê Erzeromê ve bûn. Herdu ciwan jî kurmamê hev bûn û bi hevre mezin bibûn.

    Recep Baycur çû leşkeriya artêşa Tirkiyê û roja 19'ê Tebaxê, li bajarê Sêrtê, di encama teqîna bombeyekê çandî de bi tevê 8 leşkerên din jiyana xwe jidest da. Termê wî birin gundê Kirimkaya û li wir spartin axê.

    Di dema merasîma veşartina vî leşkerî de mamê wî Kazim İpek nerazîbûn nîşandabû û gotibû ku ew naxwazin şerê birakujiyê bikin.

    Roja 4'ê Îlonê jî li navenda bajarê Dêrsimê Ridvan İpek di encama êrîşa ser navenda polîsan de jiyana xwe jidest da. Termê wî jî roja 10'ê Îlonê birin heman gundî û di heman qebristanê li gel kurmamê wî spartin axê.

    Ji roja 21'ê Tîrmehê ve agirbasta di navbera Tirkiyê û PKK'ê de hilweşiya. Ji wê demê ve li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn hene.

    Bi heman mijarî:

    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Etîketan:
    Recep Baycur û Ridvan İpek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de