11:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarokê Tileferê yê Iraqê êrişî Pêşmerge kirin lê piştî şerekî giran, êrişa wan hat şikandin.

    Kurdistan — Îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge yên li gundê Gurmizê yê girêdayî navçeya Tileferê ya Mûsilê kirin û şerekî giran derket.

    Li ser wî şerî û êrişê, fermandeyê Pêşmerge Qewal Xwedêda got, îro saet 06:15, çekdarên DAIŞê ji gundê Nehniyatê yê Mûsilê êrişî çeperên Pêşmerge yên li gundê Gurmizê kirin.

    Qewal Xwedêda da zanîn ku piştî êrişa DAIŞê, şerekî giran derket û 3 saetan ajot lê hêzên Pêşmerge karîn bi alîkariya balafirên şer wê êrişa DAIŞê bişkênin û derbên giran li wan bidin.

    Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, di wî şerî de tiştek bi pêşmergeyan nehat lê çekdarên DAIŞê dema vedikişiyan, kuştî û birîndarên xwe jî bi re dikişandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    Etîketan:
    Qewal Xwedêda, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de