07:40 21 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 363 0 0

    Fermandeyekî PKKê eşkere kir ku cenazeyê leşkerekî Tirk di destê wan de ye û ragihand, dewleta Tirk kuştiyên xwe vedişêre.

    Kurdistan  — Fermandeyê PKKê yê bi navê Amed Melazgir, ji malpera firatnewsê ya nêzîkî PKKê re axivî û got, ji Geliyê Doskî heta Oramarê di bin kontrola hêzên me de ye û artêşa Tirkiyê nikare operasyonên bejahî bike.

    Amed Melazgir her wiha diyar kir ku li rêkên bajarên Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê di bin kontrola gerîlayên PKKê de ne û got, me ji bo êrişên li dijî gel zêde nebin her wiha ji bo bersivdayîna êrişan, rê xist bin kontrola xwe.

    Wî fermandeyê PKKê eşkere kir ku wan rê dane sivîlan ku cenazeyên wan leşkerên ku di şerê vê dawiyê yê Oramarê de hatibûn kuştin, radestî rayedarên dewletê bikin û got, waliyê Colemêrgê çûbû ba şanda sivîl, şanda sivîl jî hatibûnba hevalên me û cenaze biribûn.

    Amed Melazgir da zanîn ku heta niha jî cenazeyê leşkerekî Tirk di destê wan de ye û got, wisa xuya dike ku dewleta Tirk kuştiyên xwe vedişêre û eşkere nake.

    Melazgir anî ziman ku eger şandek sivîl here ewê cenaze bidin wan û got, emê nav û nasnameya wî leşkerî eşkere bikin.

    Wî fermandeyê PKKê li ser kuştî û birîndarên xwe jî got, bi qasî ku dewleta Tirk dibêje hevalên me şehîd nebûne. Roja 3ê vê mehê 2 hevalên me şehîd bûn.

    Li gorî Amed Melazgir, PKK heta niha tenê "xwe diparêze û besiva êrişan dide" lê eger şer xurt bibe wê çaxê êrişên wan jî dê zêde bibin.

    Di êrişa Oramarê de, rayedarên Tirk gotibûn 16 leşker hatine kuştin lê PKKê gotibû, 31 leşker hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Anê gorî El-Wehde PYDê di hilbijartinê de saxtekarî kirîye
    Davutoglu dîsa bû serokê AKPê - Hezar 353 deng
    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Amed Melazgir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de