21:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê Kerkûkê operasyonek berfereh encamdan û di nava 150 kilometir çargoşe de 10 gund ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin.

    Kurdistan — Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li rojavayê Kerkûkê bi armanca rizgarkirina gundên navçeya Daqûqê doh operasyonek ji nişkê ve encam dan. Firokeyên hêzên Hevpeymanan jî ji esmanî ve piştgirî dane operasyonê.

    Derbarê mijarê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê Ebdullah Bor ji BasNews re ragehand ku bernameya vê operasyonê berî de hatibû amade kirin.

    Ala Amerîkayê
    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Bor da zanîn ku operasyon beriya dema hatiye plankirin gehiştiye encam û di operasyonê de 150 kilometir çargoşeyê gundên ser bi navçeya Daqûqê hatine girtin û 10 gund ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Bor da zanîn ku gelek çekdarên DAIŞ'ê jî hatine kuştin.

    Ebdullah Bor diyar kirin ku gundên giring Elbu Mihemed, Sebe Nisan û Ebu Yusif in û çekdarên DAIŞ'ê jî berevanî nekirine û revîne.

    Bor amaje bi wê yekê kir ku ev navçe gelek giring û stratejîk e û bi vê pêngavê Pêşmerge kariye çakdarên terorîst di Hewîce de bişidîne û ewlekariya rêya Bexda û Kerkûkê jî saxlemtir bike.

    Bi heman mijarî:

    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    Davutoglu dîsa bû serokê AKPê - Hezar 353 deng
    Anê gorî El-Wehde PYDê di hilbijartinê de saxtekarî kirîye
    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Ebdullah Bor, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de