12:33 25 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê PAKê

    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!

    © Foto: Cesim İLHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 93 0 0

    Ez Alan im, niha li Cizîra Botanê me, termê min di nav qeşayê de dilê diya min disotîne.

    Navenda Nûçeyan — Dilê min qerisî ye. Li Cizîra Botanê mirovahî li ber wê qerîsekê pûç bûye, şewitiye… Ez Alan im, ez vê carê ne li ber peravê me. Di sindoqekê de, bi lûleyên qerîsekan ve pêçayî me. Min navê xwe guhert, niha ez Cemîle me…

    Neviyên Mongolan bûne rûhîstîn û li ser wê jî nahêlin ez dilê xwe jî bispêrim wê axa ku em gişt dilê xwe tê de dihelînin. Ez vegeriyam, lê haya we ji min tinebû.

    Belê, ez Alan im…

    Min li vê derê gellek hevalên wek xwe nas kirin. Ez nizanim ji kuderê ne, kî ne.Ez nizanim ez hatime kê derê jî. Lê cîhekî gellekî xweş e. Ez zimanê hinek ji wan qet nizanim. Lê tiştekî ecêb e, ez ji her tiştê wan fêhm dikim. Yek ji Hîroşîmayê, yek ji Viyetnamê, yek ji Helebceyê û yek ji Dêrsimê ye. Ji gellek derên din jî zarokên wek min hene. Navê welat û bajarên xwe wiha dibêjin.

    Gotin "Meriv li vê derê her wek xwe dimîne. Meriv mezin nabe". Çi xweş e. Meriv mezin û qirêj nabe. Diya min wek her caran ez tenê nehîştim. Min zanîbû ewê beriya min were vê derê…Va ye sînga wê dîsa rûyê min difirkîne, disincirîne.

    Kanî hûn li ku ne, ka ewên rismê min saz dikirin ku peykerê min dihûnan. Ka ewên hêsirên wan di nav wan pêlan de vedigevizî, hûn li ku ne? Piştî ku min dît hûn gişt ne wek hev in, min şerm kir, ji ber ku min gotibû ew girî, ew şîn, ew xem, gişt şano bû.

    Lê ma ka hûn li ku ne, ewên dilsoz, ewên mezelê min bi rondikên xwe av didan.. Ma va ye ez vê carê di nav vê qerîsekê de, ne dengê we dibihîzim û ne jî hêsirên diya xwe yên li ser termê xwe his dikim.

    Ka hûn li ku ne mirovno?

    Ma çima hûn kor in, çima hindik in yên dilê xwe di dilê min de biqerisînin; ma çima hûn lal in, ewên li şûna diya min ji min re bêjin cangoriya min? Li vê derê, li vî cîhê ku ez hatimê, hevalên min hatin pêşewaziya min. Dilê xwe ji min re kiribûn egal û bi porê min ve kirin. Gedeya Helebceyî got, "Tu dizanî, mirovahî ji axê hatibû. Mirovahiyê pak û paqij çavê xwe vekiribû. Le di destê qirêjan de qirêj bibû, fetisîbû."

    Min digot qey mirovahiya qirêjbûyî jî ji ber şerma xwe, bi min re di wê deryayê de fetîsîbû. Dilê min piçekî sivik bibû. Lê va ye li vir, li Cizîra Botanê, bi destê xwe yê qirêj ew hûtê hanê careke dinê rûh pê de vegeriya ye.

    Ez Alan im, niha li Cizîra Botanê Cemîle me. Ez niha li Cizîra Botanê, bi termê xwe yê di nav qerîsekan de dilê diya xwe disotînim.

    Mustafa Ozçelîk / Serokê Giştî yê PAKê

    Bi heman mijarî:

    Muhittin Batmanli şerê li Cizîrê bi kefen li xwe kirî şermezar kir
    Nazmî Gur: Cizîrî cenazeyên xwe di sarincan de diparêzin
    TAYBET - Ji Cizîrê bo kurdên diyasporayê nameyek
    TAYBET - Rûmet û qedaseta mizgeftan binpê kirin
    Etîketan:
    Mustafa ozçelik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de