03:04 25 Mijdar 2017
Zindî
    Faysal Sariyildiz

    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, "Cizîr gelekî birîndar e, lê ewçendî serbilind e. Nehişt rûmeta wê bê binpêkirin."

    Navenda Nûçeyan — Hêzên çekdar ên dewletê, ku ji 4'ê Îlonê û vir ve herî kêm 21 mirov kuşt. Tevî rabûna qedexeya derketina derve jî hînê gefê dixwin. Ketin û derketina navçeyê hînê di bin kontrola hêzên çekdar ên dewletê de ne.

    Ji danê sibehê ve bi sedan mirovan xwe gihandin Cizîrê.

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên pê re jî gihîşt navçeyê.

    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li pêşiya navçeyê girseya gel pêşwazî kir got, "Bi sedan kes diherikin Cizîrê."

    Sariyildiz wiha axivî: "Cizîr gelekî birîndar e. Me zêdeyî 20 mirovên xw winda kir. Bi dehan birîndar hene. Nêhiştin mirov pêwîstiyên xwe yên herî însanî jî tedarik bikin. Lê belê bi rojan li dijî çekên giran ên dewletê li ber xwe da. Cizîrê berdêleke

    gelekî giran da, lê di îmtihanê de bi ser ket. Li hemberî polîtîkayên qetlîamker ên dewletê teslîm nebû. Nehişt rûmeta wê bê binpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê
    Nazmî Gur: Cizîrî cenazeyên xwe di sarincan de diparêzin
    TAYBET - Ji Cizîrê bo kurdên diyasporayê nameyek
    Walîtiya Şirnexê: ‘Li Cizîrê qedexeya derketina derve wê sibê bi dawî bibe'
    Etîketan:
    Faysal Sariyildiz, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de