07:27 26 Gulan 2018
PYD

Anê gorî El-Wehde PYDê di hilbijartinê de saxtekarî kirîye

© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya El - Wehde ya Rojavayê Kurdistanê îdîa kir ku PYD bi saxtekarî di hilbijartinên şaredariyên Efrînê tohmetbar kir û xwe ji hilbijartinan vekişand.

Kurdistan  — Li gor agahiyan, Partiya El-Wehde ya Rojavayê Kurdistanê ku beşdarî bi hilbijartinên şaredaryan ên li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû, xwe ji hilbijartinan paşve vekişand.

El-Wehdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku rêvebiriyên Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ne, bi encamdnaa saxtekariyên berfirhe di hilbijartinên şaredariyên Efrînê de tohmetbar kir.

Ala Amerîkayê
© AP Photo / Khalid Mohammed
Berpirsê Rêxistina El-Wehdeyê Îdrîs Naso di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Li gellek deverên Efrînê partiya wan di pêşiya PYDê de bû, lê belê PYDê ji tirsa ku rastî şikestinê were, dest bi saxtekariyan di hilbijartinan de kir."

Îdrîs Naso got: "Endamên Asayişa Efrînê ku ser bi PYDê ve ne, derbasî nava navendên dengdanê bûn û kartên dengdanê dirandin."

Naso tekez kir: "Niha Serkirdatiya partiya El-Wehdê li Efrînê dest bi civîneke awarte kirine û dê piştî civînê daxuyaniyekê ji raya giştî re belav bikin."

Duh 11ê Îlonê bi serpireştiya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ku PYDê ava kiriye, hilbijartinên şaredariyan birêve çûn. Partiya El-Wehdeyê jî beşdarî di hilbijartinan de kiribû.

Bi heman mijarî:

Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê
Nazmî Gur: Cizîrî cenazeyên xwe di sarincan de diparêzin
Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe
Li Kabeyê vînç bi ser heciyan de ket
TAYBET - Ji Cizîrê bo kurdên diyasporayê nameyek
Etîketan:
PYD, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de