11:16 21 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)

    © Ruptly. Ömer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû. Şandeke HDPê derbasî nav bajêr bû.Welatiyên Cizîrê jî ji wê yekê ditirsin ku piştî rabûna qedexeyê, dest bi girtina xelkê were kirin.

    Şirnex  —  Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû. Şandeke HDPê derbasî nav bajêr bû.

    11: 40 ŞANDEKE HDPÊ DERBASÎ NAV BAJÊR BU

    Ji roja 4ê vê mehê ve li bajarê Cizîrê, rewşa awarte hatibû ragihandin û derketina derve hatibû qedexekirin lê îro danê sibê bi fermana waliyê Şirnexê, qedexe rabû.

    Li gorî wêneyên ku hatine belavkirin, ew taxên ku hatibûn dorpêçkirin, wêran bûne û şûna fîşek û topan li ser derî û dîwarên xanî û avahiyan tê dîtin…

    Di heya wan çend rojan de, şer û pevçûn û aloziyek mezin hebû. Li bajêr ne internet ne telefon ne jî elektrîk hebû, her wiha welatiyên bajêr di warê dabînkirina pêdiviyên jiyanê yên mîna nan, av û şîrê zarokan pir zehmetî kişandin.

    Li gorî agahiyan, ji destpêka ragihandina rewşa awarte ve heta niha, herî kêm 21 kesên sivîl ji aliyê hêzên Tirk ve hatine kuştin û gellek kes jî birîndar bûne, cenazeyên miriyan heta niha jî di nav malan de ne û nehatine veşartin, birîndar jîji ber kêmbûna derzî û dermanan di rewşek kambax de ne…

    Hat gotin ku îro danê sibê piştî ku qedexeya li ser Cizîrê rabû, şandeke HDPê bi serokatiya hevseroka wê partiyê Fîgen Yûksekdago derbasî nav bajêr bûye…

    Ji roja 4ê Îlona îsal ve li bajarê Cizîrê, qedexeya derketina derve didome û li wî bajarî şer û alozî heye.

    Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 21 kesên sivîl ji aliyê hêzên polîs ve hatine kuştin.

    Walîtiya Şirnexê jî duh bi şev  ragihand, qedexeya derketina deve ji saet 7ê sibeha îro xilas bibe.

    Peyamnêrê Rûdawê ragihand, welatiyên Cizîra Botan ji wê yekê bi fikar in ku piştî rabûna qedexeya derketina derve, polîs dest bi girtina welatiyên bike.

    Heta niha nayê zanîn ka qedexe bi rastî rabûye yan na.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Muhittin Batmanli şerê li Cizîrê bi kefen li xwe kirî şermezar kir
    Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê
    Walîtiya Şirnexê: ‘Li Cizîrê qedexeya derketina derve wê sibê bi dawî bibe'
    Etîketan:
    Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de