13:52 24 Mijdar 2017
Zindî
    nane

    TAYBET - Ji Cizîrê bo kurdên diyasporayê nameyek

    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7520

    Endamê Rêvebiriya Tevgera Azadiyê Abdurrahman Almaz nameyek ji kurdên diyasporayê re nivîsî û got: ‘Li hemberî hemû astengiyan gelê Kurdistanê dê hemû berpirsiyariya xwe bi cih bînin û dê hemû bertekên xwe yên pêwist, rewa û demokratîk nîşan bide.'

    Temamiya nameya Almazî wiha ye:

    Navenda Nûçeyan — Şerê çekdarî yê ku bi encama hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re ji nû ve dest pê kir, gelê me him li Tirkiyê him jî li Kurdistanê bi mirin, birçîtî, girtîgeh, îşkence û lîncê re rû bi rû hiştiye. Şerê niha heyî hemû daxwazên kurdan ên siyasî bêbandor dike û riyên rewa yên derbarê têkoşîna kurdan a mafdar de digire.

    Di encama polîtîkayên kaotîk ên dewleta tirk de, ku ji bo terorîzekirina siyaseta kurd û tevgerên kurd tên meşandin, di 2 mehên dawîn de li Kurdistanê ji bo qetlîamên komî û  talankirin û wêrankirina gund û bajaran tundiyek zalimane tê bikaranîn. Li hemberî van polîtîkayên terorîzekirinê gelê kurd û siyaseta kurd terorîze nebûye, lê dîsa jî daxwazên wan ên rewa bi awayekî zalimane hatine binpêkirin. Li Kurdistanê însanên me êdî li hemberî dewleta xwe di nav emniyetê de hîs nakin, her gavê û li her derê di nav qaxî û tirsê de dijîn. Qaxî û tirsa wan ew e ku, her gav û li her derê bi tundiyê re rû bi rû bimînin. 

    Di serî de Cizîr û li gelek bajarên kurdan dorpêç kirin, kuştin û îşkenceyên zalimane û girtin zêde bûye. Cizîr ev 8 roj in ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin û nêzî 20 kesên sivîl bi awayekî hovane hatin kuştin û li Cizîrê gel bi birçîtiyê re rû bi rû hatiye berdan. Dewlet tev li siyasetmedarên kurd, ku ev siyasetmedarên kurd ev du roj in ketine rê û dixwazin wê dorpêçkirinê bişikînin, rê nade tu kesî ku têkevin navçeyê û bi vî awayî li wir zulm û zordarî didome. Li hemberî hemû astengiyan gelê Kurdistanê dê hemû berpirsiyariya xwe bi cih bînin û dê hemû bertekên xwe yên pêwist, rewa û demokratîk nîşan bide. Lê ji bo ku ev meseleya di qada navneteweyî de jî deng bide, divê hemû Kurdên dîasporayê li welatên ku lê ne, mafên xwe yên demokratîk û rewa bi kar bînin û divê hewl bidin ku bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser tundî û zordestiya ku li Kurdistanê diqewime.

    Cizîr, Sibata 2016an
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Hesasiyetên me yên neteweyî me mecbûr dikin ku em îro li cem gelê xwe yê biêş bin û li hemberî zaliman bi yekîtî têkoşînê bidin. Pêwîst e ku kurd îro bêyî ku têkevin nav cudahiya bawerî, îdeolojî û partiyên siyasî, bi awayekî topyekûn û li ser zemînek rewa ber xwe bidin.

    Ji ber vê yekê em banga Kurdên diasporayê dikin ku li kîjan Dewletê dijîn bila heyetan di nav xwe de ava bikin û têkiliyên diplomasiyê pêk bînin û  bêyî tundî û bêyî kirina çalakiyên ku dê destê kurdan bêhêz bikin, bila ji bo têkoşîna me ya mafdar a li Kurdistanê û li hemberî terora dewleta tirk deng bidin me û li welatên ku niştecih in, bila derkevin qadan.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Rûmet û qedaseta mizgeftan binpê kirin
    BAROYA AMEDÊ: 'AYMê serlêdana ji bo Cizîrê red kir'
    Îsmaîl Beşîkçî çû HDPê
    18 karkerên tirk di destê Yekîneyên Mêrkuj ên şiî de ne
    Barzanî ji bo Cizîrê hişyarî da
    Etîketan:
    Abdurrahman Almaz, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de