04:33 23 Mijdar 2017
Zindî
    Îsmaîl Beşîkçî

    Îsmaîl Beşîkçî çû HDPê

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 303 0 0

    Serdanên piştgiriyê yên ji bo Navenda Giştî ya HDPê berdewam dike. Îro jî heyeteke ku di nav de sosyolog û niviskar Îsmaîl Beşîkçî, Prof. Dr. Baskin Oran, Prof. Dr. Fîkret Başkaya jî heye, ji bo serxweşiyê çûn serdana HDPê.

    Enqere - Serdanên piştgiriyê yên ji bo Navenda Giştî ya HDP'ê berdewam dikin.

    Piştî gelek rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û rêxistinên kedê îro jî Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Însiyatîfa Girtiyên Nexweş û Însiyatîfa ji Raman re Azadî ku Prof, Baskin Oran, Dr. Îsmaîl Beşîkçî û Doç. Dr. Fîkret Başkaya jî dinav de ye çûn serdena Navenda Giştî ya HDP'ê. Heyet ji aliyê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen û endamên MYKê ve hate pêşwazîkirin.

    Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, heyetê li ber avahiya HDPê têkîldarî êrişên li dijî kurdan û avahiyên HDPê daxuyanî dan çapemeniyê.

    Di daxuyaniyê de Dr. Îsmaîl Beşîkçî axivî û diyar kir ku partiyekî ku di hilbijartinên 7ê hezîranê de 6 milyon deng girtiye, 80 parlamenter derxistiye û ji sedî zêdetir şarediyên wî hene û ji ber vê yekê jî êdî pirsgirêk divê ne bi çekan bi têkoşîna siyasî bê çareserkirin.

    Beşîkçî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurdistanê ya esasî pirsgirêka zimanê zikmakî ye. 

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo Cizîrê hişyarî da
    Li Cizîrê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Dayikên Aştiyê bang li dayikên polês û leşkeran dikin
    Parêzeran ji bo biçin Cizîrê bi rê ketin
    Konseya Ewropayê ji bo Cizîrê bang kir
    Demîrtaş: Ev agir wê her kesî bişewitîne
    Serfermandarê Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd birîndar bû
    KONGRA GEL: Ji bo gelê Cizîrê, em li her derê rabin ser piyan
    Etîketan:
    HDP, Îsmaîl Beşîkçî, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de