21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî ji bo Cizîrê hişyarî da

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 105 0 0

    Barzanî, derberê şerên di navbera şervanên PKKê û artêşa tirk de axivî û got:'Heke pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê neke, dawiya vî şerê qetlîam ê.'

    Hewlêr-Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û şerê di navbera hêzên Tirkiye û PKKê de  îro daxuyaniyek belav kir.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: "Mixabin ji ber sedema pêşketina şer û tundiyên di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Artêşa Tirkiye, nearamî û şer li navçeyên Cizîra Botan û Silopî û çend bajar û bajarokên din diqewime."

    Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha got: "Ev bûyer me dilgiran û xemgîn dikin. Mixabin tişta ku tirsa me jê hebû ku şer destpê bike, va rû dide. Me ji destpêkê ve ragihandiye ku, şer tenê dibe sedema xwînrijandinê û karesatan pêktîne, herwiha qurbanî zêdetir dibin. Tirsa mezin ew e ku ev şer berev wê yekê biçe ku li ser pênaseyê kuştin û kuştar rû bidin, ku ev yek dê dibe karesatekî mezin."

    Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: "Em ji ber wê xwînrijandinê gelekî xemgînin û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan radigihînin. Hêvîdarin hemû alî kûrtir bîr bikin û di zûtir dem de vegerin ser masaya diyalogê û pêvajoya aştiyê dest pê bike. Dirêjkirina şer rewşê aloztir dike û ji bilî zêdetirkirina hejmara qurbaniyan û kavilkariyê, tu encamek din li xwe nagire."

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Konseya Ewropayê ji bo Cizîrê bang kir
    Parêzeran ji bo biçin Cizîrê bi rê ketin
    Demîrtaş: Ev agir wê her kesî bişewitîne
    Dayikên Aştiyê bang li dayikên polês û leşkeran dikin
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de