07:26 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demîrtaş: Ev agir wê her kesî bişewitîne

© REUTERS / Ümit Bektaş
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li Hezexê de nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Cizîrê da û got, "Eger em li dijî bûyerên li Cizîrê nemeşin, wê ev agir her kesî bişewitîne.

Navenda Nûçeyan — Demîrtaş di axaftina xwe wiha domand: Gelê me ji ber ku gelekî baş bi girîngiya aştiyê dizane, dibêje aştî. Em nêrîna gelê xwe bilêv dikin û dibêjin aştî. Ne ji ber neçaretiyê, ji ber tirsê, ji ber ku em ji aştiyê bawer dikin em dibêjin aştî. Ji ber ku em dizanin eger aştî neyê wê çi bê serê mirovan. 

PJAK
© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Eger em îro li hemberî qewimînên li Cizîrê nemeşin, bawer bikin wê ev agir her kesî bişewitîne. Nebêjin qey Bodrûm gelekî dûrî Cizîrê ye. Eger li hemberî trajediya li Cizîrê bêdengî hebe, wê aştî çawa were? binêrin Sûriye û Iraq ketin çi rewşê? Niha Tirkiye li qiraxa vê ye. Em ne tenê ji bo gelê li Cizîrê tevdigerin, ji bo tevahiya gelê Tirkiyeyê yê li ber karesatê ye tevdigerin. Dema emvê dikin jî ji Enqereyê heqaret û gef li me tên xwarin.

Bi heman mijarî:

KONGRA GEL: Ji bo gelê Cizîrê, em li her derê rabin ser piyan
Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
Derheqê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de lêpirsîn hat destpêkirin
FLAŞ - Li Amedê êrişî polêsan kirin
Etîketan:
Selahattin Demîrtaş, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de