08:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    Remzî Kartal

    KONGRA GEL: Ji bo gelê Cizîrê, em li her derê rabin ser piyan

    © AP Photo/ Thierry Charlier
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    KONGRA GEL got, "Çawa ku Kobanê bû cihê DAIŞ lê têk çû, Cizîr jî wê bibe heman cihê polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê lê têk biçe." KONGRA GEL ji tevahiya gelên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê xwest rabin ser piyan.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya KONGRA GEL der barê Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî dewleta Tayyîp Erdogan a maseya pêvajoya çareseriyê qeliband, şerê qirêj li ser gelê me ferz dike û dixwaze vîna azadiyê ya gelê me bişikîne, di serî de Cizîr li her qadê gelê me bi heybetî li ber xwe dide.

    Em vê berxwedanê bi rêzdarî silav dikin."

    Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

    "Li dijî dewleta AKP'ê ya ku ji çareseriyê direve û ji şerê qirêj ên salên 90'î di nava hêvî û bendewariyan de ye, gelê me bi xwerêveberî û xweparastinê re modela xwe ya çareseriyê ava dike. Gelê me bi berxwedana xwe ya bi heybet re wê her şêwe şerê qirêj ê li ser tê ferzkirin, pûç bike.

    Têkoşîna azadiyê li Botanê bilind bû. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Botanê di nava dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî taybet e. Di vê qonaxa têkoşîna me ya bi armanca azadiya Rêberê me û gelê me hat meşandin de, serketina berxwedana gelê Cizîrê, wê rêveçûna pêvajoya em tê de ne diyar bike. Yanî Cizîr ne tenê Cizîr e. Kobanê çi be, Cizîr jî ew e.

    Ji ber vê yekê ye, dewleta AKP'ê ev neh roj in tevî qedexeya derketina derve bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê hewl dide vîna gelê Cizîrê bişikîne. Qedexekirina ketin û derketina ji Cizîrê, pêşîgirtina li Hevserok û parlamenterên HDP'ê, ji ber vê sedemê ye.

    PJAK
    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Gelê Cizîrê nikare birîndarên xwe rake nexweşxaneyê, nikare mirovên xwe yên hatine qetilkirin veşêre, nikare pêwîstiyên xwe yên însanî tedarik bike. Bi ragirtina li malê re tê xwestin ku gel teslîm bigirin. Dewleta AKP'ê ewçend cahil û ehmeq e ku li bendê ye bi van polîtîkayên xwe re Cizîrê têk bibe. Lê berevajî; çawa ku Kobanê bû cihê windakirin û şikestina DAIŞ'ê, wê Cizîr jî bibe cihê têkçûna polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê."

    Bi heman mijarî:

    PAJK: 'Cizîr ne bi tenê ye'
    Li Mûşê 4 girtî, 1 binçavî
    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
    Etîketan:
    Remzî Kartal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de