04:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    PJAK

    PAJK: 'Cizîr ne bi tenê ye'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16801

    Koordînasyona PAJKê: 'Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên dewleta Tirk ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojev bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e.'

    Navenda Nûçeyan — Koordînasyona PAJKê got: Cizîr ne bi tenê ye. Cizîr Kurdistan hemû ye, Tirkiya hemû e, Rojhilata Navîn hemû ye. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê,  li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, dê rabe ser piyan.

    Rojev bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e. Divê Kurd li her cihê ku lê ne, jiyanê bisekinînin. Pêwist e gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan. Gelê me yê li başûrê Kurdistanê divê hesabê komkujiyê bi radîkalî bipirse.

    Divê gelê me yê li rojava tedbîrên xwe yên xweparastinê werbigire û di asta herî bilind de piştgiriyê bide bakurê Kurdistanê. Pêwist e tevahiya ciwanên Kurdistanê rahêjin çekan. Tev li nava hêzên parastinê bibin.'

    Koordînasyona PAJKê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku ev rojên heyî, têkoşîna dîrokî ya kurdan a li hemberî zilm û qirkirinê ye.

    PAJKê got: 'Berxwedan parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe ye.'

    Bi heman mijarî:

    Li Mûşê 4 girtî, 1 binçavî
    LEZGÎN - Operasyona Kerkûkê digihêje encama xwe - 13 gund hatin girtin
    Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
    Xetên telefonê li Farqînê hatin birîn
    Etîketan:
    PJAK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de