11:13 21 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, operasyon

    Li Mûşê 4 girtî, 1 binçavî

    © Sputnik/ / Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Li Mûşê, di operapsyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Mûşê Cîhan Akpolat, Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Selamattîn Yilmaz, Hevserokê berê yê DBP'ê yê Gimgimê Guven Meşe, Nûnerê MEYA-DER ê Bajêr Îrfan Kandemîr û Nîmet Yilmaz ên pêr bi şev ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derketin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê Akpolat, Yilmaz, Meşe û Kandemîr bi îdîaya "endametiya rêxistinê" radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Dadgehê jî 4 kes girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

    Li navçeya Mûş Kopê jî, ciwanê bi navê Resûl Akyol li Kolana Roboskî ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin. Akyol birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeye.

    Anf

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Aktay: Dewletê pêvajo wekî pirsgirêka terorê dît
    FLAŞ - Li Amedê êrişî polêsan kirin
    LEZGÎN - Operasyona Kerkûkê digihêje encama xwe - 13 gund hatin girtin
    Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
    Etîketan:
    Cîhan Akpolat, muş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de