00:11 21 Mijdar 2017
Zindî
    Nurcan Aktay

    TAYBET - Aktay: Dewletê pêvajo wekî pirsgirêka terorê dît

    © Foto: Cesim İLHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 135 0 0

    Aktîvîst Nûrcan Aktayê bûyerên ku di rojên dawîn de li Tirkiya û erdnîgariya kurdan diqewime, ji Spûtnîka Kurdî re nirxandin.

    Navenda nûçeyan — Nûrcan Aktayê ji Spûtnîka Kurdî re axivî û got: 'Tiştên ku heta îro li bajarên kurdan hate kirin li aliyekî, li rojavayê Tirkiyayê bajarek jî nema ku tê de li hemberî kurdên karker û yên ku ji bo perwerdehiyê li wir dimînin, lînc nehatibe kirin.'

    Aktayê diyar kir ku hema piştî destpêka pêvajoya çareseriyê zimanê ku desthilatdarên hukimeta tirk bi kar dianî, nîşan dida ku ev pêvajo ji aliyê hişmendiyê ve bêyî ku xwe qanî bikin, dane dest pê kirin û wiha axivî:

    'Pir eşkere ye ku dewletê ev pirsgirêk wekî ‘'pirsgirêka terorê'' bi nav kir û fikirî ku ger PKK xelas bibe, ev pirsgirêk jî dê çareser bibe.

    Li gorî min di pêvajoya çareseriyê de pirsgirêka herî mezin ev bû. Heta ku ev pirsgirêk ji kokê ve neyê çareser kirin, PKK xelas bibe jî ev pirsgirêk xelas nabe; dê rêxistinên din peyda bike.

    Bi vê yekê re carinan be jî ji daxuyaniyên PKKê yên ku berovajî yên HDPê ne, xuya dibe HDP û PKK ne homojen in û bi fikra min helwesta hikumetê yên li hemberî PKKê destê HDPê bêhêz dike.'

    Aktîvîsta Mazlûm-Derê Nûrcan Aktayê got ku kurd, tenê li gorî bihêzbûna xwe dikarin balê bikişînin ser xwe û ev tişt gotin:

    Ez di wê fikirê de me ku tevgerên kurd, piştî hilbijartinên giştî çi li bakurê Kurdistanê, çi jî li rojavayê Tirkiyayê û heta li parçeyên din tiştên ku li hemberî kurdan hate kirin, divê bînin bîra xwe û li gorî vê yekê siyasetê bimeşînin.

    Tecrubeyên berê yên çi dûr çi jî nêz nîşanê me didin ku li çar perçeyan dewletên ku mafên kurdan xesp kirine, ji bo parastina desthilatdariyên xwe dê bi hemû hezên xwe li ber xwe bidin. Kurd tenê bi qasî bihêzbûna xwe dê balê bikişînin ser xwe.

    Loma jî ev tevger divê hemû cudahiyên xwe bidin aliyekî û divê zorê bidin wan riyên ku dê karibin wan bînin cem hev. Hêza kurdan di yekîtiyê de ye.'

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Li Amedê êrişî polêsan kirin
    Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
    Polêsên Tirk li Cizîrê zarokek din jî birîndar kirin
    Derheqê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de lêpirsîn hat destpêkirin
    Etîketan:
    Nurcan Aktay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de