12:40 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge 25 kîlometreyan li nêzîkî Başîqayê

    LEZGÎN - Operasyona Kerkûkê digihêje encama xwe - 13 gund hatin girtin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şerê ên hêzên hevpeyman ên navneteweyî li başûrê Kerkûkê ji 3 aliyan ve dest bi operasyoneke berfireh kirin.

    Kurdistan — Peyamnêrê Rûdawê ji nava pêşmergeyan ragihand ku operasyona Hêzên Pêşmerge îro danê sibehê ji bo wergirtina 13 gundên navçeya Daquqê dest pê kir.

    Li gorî peyamnêrê Rûdawê, operasyon ji 3 aliyan ve û bi piştevaniya balafirên şer ên hêzên hevpeyman ên navneteweyî dest pê kir. Heta niha Telrebe û Ebû Mihimed ketine destê Hêzên Pêşmerge.

    Balafirên hêzên hevpeyman ên navneteweyî ji serê sibehê ve li cih û navendên DAIŞê didin. Ziyanên DAIŞê yên madî û giyanî gelek in.

    Derbarê ziyanên Pêşmerge yên di vê operasyonê de, Fermandar ji Lîwaya 9an Bejayî, Yasîn Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku di encama teqîna hejmarek bombeyên vedayî û avêtina guleyên nîşangiran 3 pêşmergeyan jiyanên xwe ji dest dane û 13 jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Xetên telefonê li Farqînê hatin birîn
    Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
    Derheqê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de lêpirsîn hat destpêkirin
    Polêsên Tirk li Cizîrê zarokek din jî birîndar kirin
    Gelê kurd ji bo Cizîrê li ser piya ye
    Etîketan:
    Yasîn Ebdullah, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de