16:48 23 Tebax 2017
Zindî
    Cizîr Şirnex

    Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Li Cizîrê di 24 saetên dawî de ji 8 kesên hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû. Derket holê ku dema Zeynep Taşkin xwest zaroka xwe biparêze hat qetilkirin.

    Cizîr
    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Cizîr-Hefteyek e Cizîr di bin dorpêça polês û tîmên taybet ye. Gelê Cizîrê yên ku ji malên xwe derdikevin tên kuştin.

    Şevê din polês û leşkeran li ser gelek taxan bi top û tangan gule barandin. Di êrişa polês û tîmên taybet de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Nasnameya 4 kesan diyar bû. Ji kesên hatin qetilkirin ên nasnameya wan diyar bû wiha ne: Li Taxa Cûdî Sait Nayici (16), Zeynep Taşkin (17) xwesûya wê Maşallah Edin (35) û li Taxa Nûr jî Eşref Edin (55) jiyana xwe ji dest dan.

    Di êrişê de zarokê 11 salî Berxwedan Taşkin, Ayşe Edin û Ekrem Dayan jî birîndar bûn.

    Hat diyarkirin ku Zeynep Taşkin a hat qetilkirin dema xwest kurê xwe Berxwedan Taşkin ji guleyan û topan biparêze hat qetilkirin. Berxwedan jî ji mil û piyê xwe birîndar bû. 

    Bi heman mijarî:

    Polêsên Tirk li Cizîrê zarokek din jî birîndar kirin
    Gelê kurd ji bo Cizîrê li ser piya ye
    Li ser sînor êriş: 2 mirî, 4 birîndar
    Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan
    Li Cizîrê 8 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Eşref Edin, Maşallah Edin, Zeynep Taşkın, Sait Nayici, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de