02:20 24 Tebax 2017
Zindî
    cizîr

    Gelê kurd ji bo Cizîrê li ser piya ye

    © Foto: Fecebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 122 0 0

    Li gelek bajar û navçeyên kurda, gel ji bo Cizîrê derketin qadan.

    CHP
    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Navenda Nûçeyan-Gelê kurd li gelek bajar û navçeyan, ji bo piştgirî bide Cizîrê derketin qadan.

    Li navçeya Cizîrê 7 roj in di bin dorpêçkirinê de ye, derketina derve qedexe ye û roj tine ku xebera kuştinên welatiyan nayin.

    Gelê kurd jî li gelek bajar û navçeyan ji bo vê qetlîamê şermezar bikin derketin qadan.
    ELK
    Li navçeya Elkê ya Şirnexê gel ji bo şermezarkirina êrişên dewletê, rêya di navbera bajêr re derbas dibe girt. Ciwan û welatiyan bi kevir û daran rêyên ku diçin taxên bajar, her wiha rêya di navbera bajêr re derbas dibe ji trafîkê re girtiye. Piştî demekê dozera Qeymeqamtiya Elkê ji bo rê veke hatiye û li ser bersivdayîna ciwanan wesayît paşve kişiyaye.
    NISÊBÎN
    Rêxistina DBPê ya Nisêbînê bi heman armancê li ber avahiya DBP û HDPê çalakî pêk anî. Bi hezaran welatî kom bûn heta Riya Îpekê meşiyan. Girse piştî heta Riya Îpekê meşiyan hêjmar gihişt deh hezaran. Polêsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî welatiyan kir.

    WAN
    Li Wanê jî bi sedan kesên di nav de wekîla HDPê Tugba Hezer, Hevşaredarên Wanê û rêveberên DBP-HDPê jî hene, li Parka Feqiyê Teyran çalakî pêk anî. Komê ewil çalakiya rûniştinê pêk anî û piştre Hevserokê DBPê yê Wanê Munir Aras, daxuyanî da û êrişa li ser gelê Cizîrê şermezar kir.

    Hat ragihandin ku li navçeyên Peyas, Rêzan û Bismilê jî ji bo Cizîrê çalakî hatine lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanê: 'Pevçûn zerarê dide xelkê Kurdistanê'
    Parlamentoya Ewropayê hezên Tirkiyayê şermezar dike
    Li ser esnafên kurd êriş: 2 birîndar
    KCK: Roj roja rabûna ser piyan e - Cizîr meşa azadîye ye
    Em ê banga aştiyê bikin û ji bo mafê kurdan têbikoşin
    Etîketan:
    Elk, Bismil, Wan, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de