02:14 24 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Parlamentoya Ewropayê hezên Tirkiyayê şermezar dike

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz got ku ew ji ber rewşa Tirkiyayê ya niha gelekî dilgiran in.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz derbarê rewşa Tirkiyayê ya niha de daxuyaniyeke nivîskî da û tê de ragihand ku ew êrişên bi hemû awayî yên li ser sivîl û hêzên ewlehiya Tirkiyayê şermezar dikin.
    Martin Schulz amaje kir ku hemû aliyên siyasî berpirsiyarê avakirina rewşa aramî û aştiyê ne.

    Shulz anî ziman ku ew jî êrişên li çapemeniyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di Parlamentoya Tirkiyayê de 80 parlamenterê wê hene, dilgiran in.

    Herwiha Serokê Parlamentoya Ewropayê bang li aliyên siyasî yên kurd û tirk kir da ku 'pêvajoya aştiyê' demildest dîsa bidin destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Roj roja rabûna ser piyan e - Cizîr meşa azadîye ye
    Li ser esnafên kurd êriş: 2 birîndar
    Em ê banga aştiyê bikin û ji bo mafê kurdan têbikoşin
    CHP: 'Li Cizîrê komkujî heye'
    Davutoglu: :'Ne hewce ye ku em bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin'
    Etîketan:
    Martin Schulz, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de