12:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Dîwar - Rojava - sînor

    Li ser sînor êriş: 2 mirî, 4 birîndar

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Leşkerên tirk ajokarên bakûrê Kurdistanê yên xwestin ji başûr derbasî bakur bibin gulebaran kirin. Di encamê de 2 ajokaran jiyanên xwe ji dest dan û herî kêm 4 ajokar jî birîndar bûn.

    Cizîr
    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Îro zêdetirî hezar ajokarên ji bakurê Kurdistanê yên ev hefteyek e li Zaxo asê mane, xwestin derbasî bakur bibin.

    Leşkerên li ser sînor ajokar gulebaran kirin û di encamê de 2 ajokaran jiyanên ji dest dan.

    Ajokarekî li cihê bûyerê ji RojNewsê re ragihand ku wan li Saha Beton a li Zaxo biryar girtin ku ber bi gumrikê ve biçin û wiha axivî:

    ‘Berpirsên li ser sînor destûr nedan ku em derbas bibin, me jî biryar da ku em di deştê re biçin. Piştî ku em nêzîkî ber avê bûn, leşkerên tirk ji Qereqola Kotitê gule li ajokaran reşandin. Di encamê de 2 ajokar şehîd bûn û 4 ajokar jî birîndar bûn.'

    Hat zanîn ku navê ajokarekî ku jiyana xwe ji dest daye Hesen e û paşnavê wî nehat zanîn. Hat ragihandin ku Hesenê 42 salî ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye û bavê 6 zarokan e.

     

    Bi heman mijarî:

    Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran'
    Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan
    Li Cizîrê 8 kes hatin kuştin
    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Etîketan:
    Zaxo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de