00:52 19 Tebax 2017
Zindî
    HUDA KAYA

    Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 350 0 0

    Derbarê şerê li Cizîrê de wekîla HDPê Huda Kaya ji Sputnik Kurdistanê re axivî: 'Ew kesên ku dibêjin ez misilman im, ev 7 roj in li Cizîrê dengê banga şerîf birrîne. Ji ber ku dewletê banga şerîf jî qedexe kiriye, li ser minareyan nîşangir bi ser gel de guleyan dibarînin.'

    Navenda nûçeyan — Huda Kaya diyar kir ku di serdema serokamerekî ku ji ber helbestxwedinê hatiye zindankirin de, li Cizîrê mizgeft û nexweşxane bûne qişleyên polês û leşkeran. Nîşangir ji minareyan bi ser gel de guleyan dibarînin. Destûr nadin ku welatî pêdiviyên xwe bibînin, miriyên xwe defin bikin û birîndaran bibin nexwqeşxaneyê.

    Huda Kaya wiha berdewam kir: ‘Beriya çend rojan dema ez di riya Nisêbînê de diçûme Cizîrê, min rewşa wan însanan li ber çavên xwe dît. Gelek malbat, ajokar, maşîne ji bo ku biçin Cizîrê, ji hêla polêsan ve hatibûn sekinandin. A niha em dizanin ku xwarin û vexwarina wan însanan xelas bûye. Li bajêr jî av û ceyran birîne û em dizanin ku di nav gel de nexweşiyan dest pê kiriye.'

    Huda Kayayê li ser rewşa Cizîrê ya însanî û wiha got: ‘Ew kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez misilman im' bila bizanibin ku, ev rewşa hanê ya ku li Cizîrê pêk tê heta niha li Gazzeyê jî pêk nehatiye. Cizîr di bin dorpêçkirinê de ye û xetereya qetliyameke mezin heye. Ew kesên ku li hemberî vê qetliyamê bêdeng dimînin wê ji mirovahiya xwe şerm bikin.

    Cizîr
    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Huda Kaya diyar kir ku li Cizîrê, duh êvarê polêsan êrişî bûkek û xwesiya wê kirine, di encamê de her du jî hatin qetilkirin û dergûşa li milê bûkê jî bi giranî birandar bûye.

    Li agehdarkirina Huda Kayayê: 'Polês di hoperloran de gel tehdîd dike û ji gelê Cizîrê re dibeje ‘ev ji we re hê hindik e ku we deng dane HDPê.'

    Huda Kaya di dawiya axafitina xwe de got ku ew kesên ku dibêjin ez misilman im, ev 7 roj in li Cizîrê dengê banga şerîf birrîne. Ji ber ku dewletê banga şerîf jî qedexe kiriye, li ser minareyan nîşangir bi ser gel de guleyan dibarînin.'

    Ji aliyekî din ve li gorî agehiyên gihiştine ber destê ajansan, li Cizîrê şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di şerê duh êvarê de 8 kes ji aliyê polêsan ve hatine kuştin.Hefteyek e derketina derve hatiye qedexekirin, av û ceyran hatiye birîn.

    'Ezanlar susmasın' diyenler! Cizre'de 6 gündür ezan yasak, okutulmuyor. Çünkü minarelerde keskin nişancilar konumlandı.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan
    Li Cizîrê 8 kes hatin kuştin
    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve
    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Baydemîr: Neheqiyê li HDPê û hemû gelê Cizîrê dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, HDP, Huda Kaya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de