12:52 20 Tebax 2017
Zindî
    Welatiyan 35 cenaze ji ber qedexe û êrişên dewletê nikarin defin bikin

    Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Ji duh pê ve ji ber êrişên li ser gelê bajêr li Cizîrê 8 kesên sîvîl jiyanên xwe ji dest dane û cinaze di bûzxaneyên market û mirîşkfiroşan de tên sekinandin.

    Navên 4 kesan eşkere bûye ku jiyanên xwe ji dest dane: Jina bi navê Zeynep Edin (18) û xwesûya wê Maşallah Edin (35), Eşref Edin (55) û Sait Nayici (17). Navên birîndaran jî Berxwedan Edin û Ayşe Edin in.

    Ji ber ku bajar di bin rewşa awarte de tê birêvebirin, nexweşxane girtî ne, bajar bi dengê top û guleyan dinale gelê bajêr nikare miriyên xwe veşêre. Lewre cinazeyan datînin bûzxaneyan da ku bêhn nekevê.

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemîr: Neheqiyê li HDPê û hemû gelê Cizîrê dikin
    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve
    Meşa Cizîrê: Bi hezaran kes gihiştin Hezexê
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de