03:39 21 Tebax 2017
Zindî
    Cizîr

    Li Cizîrê 8 kes hatin kuştin

    © Sputnik. Ömer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8701

    Hêzên dewletê li gelek taxên Cizîrê bi tanq, top û çekên giran êrîş kirin û 8 welatî qetil kirin.

    Cizîr--Ji 4'ê Îlonê heta niha hefteyek e tîmên taybet, polîs û leşker bi hemû heza xwe li ser taxên Cizîrê guleyan dibarînin û destûr nadin welatî ji malên xwe derkevin. Destûr nadin ku welatî pêdiviyên xwe bibînin, miriyên xwe defin bikin û birîndaran bibin nexwqeşxaneyê.

    Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku îşev li Cizîrê komkujî pêk hatiye û wiha got: "Di êrîşên hêzê dewletê yên şevê din de herî kêm 8 welatî hatin qetilkirin. Gelek kes birîndar bûn. Gele winda jî hene. Me rewş tam tesbît nekir. Ji şevê heta serê sibê bi tanq top û çekên giran êrîşî taxan kirin. Trafo teqandin. Ceyran qut kirin, Niha li tu derê ceyran tune. Av tune nexeşiyê dest pê kiriye.'

    Bi heman mijarî:

    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve
    Li Cizîrê jinek din hat kuştin
    Etîketan:
    HDP, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de