22:33 23 Tebax 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    Barzanî: 'Hinek alî dîktatoriya parlemenî dixwazin'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Endamê Polîtbîroya PDKê Mesrûr Barzanî dibêje ku ew sîstema ku hinek alî dixwazin sîstema dîktatoriya parlemenî ye û PDK jî dixwaze ku desthilatdarî bê dabeşkirin û balansa desthilatê hebe.

    Kurdistan — Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Hewlêrê ligel kadro û endamên şaxa 2yemîn a PDKê civiya û ragihand ku PDKê bi temamî amadebûna xwe ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re diyar kiriye û ew ligel wê yekê ye ku herêm ji vê qeyranê derbas bibe.

    Piştî civînê di semînarekê de Mesrûr Barzanî behsa rewşa dawîn a deverê û pêşketinên siyaseta navxweyî ya Kurdistan û deverê kir.  Barzanî ragihand ku PDK her dem hesab û berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên hizbî digre û got: PDKê bi temamî amadebûna xwe ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re diyar kiriye û ew ligel wê yekê ye ku herêm ji vê qeyranê derbas bibe.

    Barzanî herwiha got: 'Ew sîstema ku hinek alî li Herêma Kurdistanê dixwazin sîstemeke dîktatoriya parlemenî ye. Ez dikarim biselmînim. Ji ber ku em wekî PDK ligel wê yekê ne ku balanseke desthilatdariyê hebe. Wate sîstema sepandinê ku hukimet û serokatî ye,

    sîstema qanûndanînê jî parlamen e û sîstema dadwer jî di nav de, ev her sê pêgehên desthilatdariyê ne. Divê desthilatdariyên wan yeksan û wekhev bin û li Herêma Kurdistanê serwer bin jî. Lê ev alî dixwazin hemû deshilatdarî bikeve destê parlamenê.

    Mesrûr Barzanî herwiha hêvî kir ku aloziyên vê dawîn ên di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bilez û bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Partiya Sosyalîst a Fransayê: ‘Bila pêvajoya muzakereyan dest pê bike'
    Baydemîr: Neheqiyê li HDPê û hemû gelê Cizîrê dikin
    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Îro li Efrînê hilbijartina şaredariyê heye
    DAIŞê ji înternetê dest bi 'firotin'a rehîneyan kir
    Li Hatayê leşkerek hat kuştin
    Etîketan:
    Mesrur Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de