12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    leyla zana

    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'

    © Foto: AFP
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8110

    Parlamentera HDPê Leyla Zana diyar kir ku eger şerê li Tirkiyayê neyê sekinandin û 'pêvajoya aştiyê' dîsa dest pê neke ew dê dest bi rojiya mirinê bike!

    Şirnex — Leyla Zana îro danê sibehê li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di mîtînga HDPê de axivî û got: 'Ez bang li hemû aliyên ku di destê wan de çek heye, dikim; eger tu kes guhdariya min neke, wê çaxê ya baş ew e ku li şûna her roj miriyan bibînim, ez bixwe bimirim…'

    Zana ku bi dengekî kelogirî diaxivî û wiha domand: 'Sed sal in em li hev didin û dimirin. Em xweparastinê dikin. Lê êdî bes e. Em ê bi mirin û kuştinê, civak û wijdan û paşeroja xwe pûç bikin. Yên ku min nas dikin dizanin, ez carekî dibêjim. Dema gotinek ji devê min derket serê min jî here ez paşde gav navêjim.'

    Zanayê behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha axivî: 'Di wê pêvajoyê de Ocalan muxatab hat girtin, Qendîl muxatab hat girtin, parlamenterên HDPê muxatab hatin girtin; lê li aliyê din jî em hatin xapandin. Ji me re gotin 'îro herin sibê werin' û gotin 'ez ji aştiyê vê dizanim divê tu jî mîna min hizir bikî'. Ev zihniyet heta niha jî gelê me qebûl nake. Eger vê zihniyetê ez qebûl bikirama îro deriyê Cizîra Botan bi ser min de nedigirt.'

    Etîketan:
    Leyla zana, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de