07:31 21 Tebax 2017
Zindî
    cîzre

    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve

    © Foto: Fecebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 113 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ligel heyeta HDPê dimeşin Cizîrê rastî astengî û êrîşên polês û leşkeran tên.

    Şırnex —Demirtaş, diyar kir ku gelek taxên Cizîrê bê av mane û dewlet destûr nade ku avê jî ji Cizîrê re bişînin.

    12: 45 DEMIRTAŞ: 'BILA HER KES XWEDÎ CİZÎRÊ DERKEVİN'

    Demirtaş, herî dawî ji hemû mirovan xwest ku berê xwe bidin Cizîrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: 'Divê her kes berê xwe bide Cizîrê û li dora Cizîrê bibin xelek.

    Em deyndarên Cizîrê ne. Heta ku em bigihêjin Cizîrê em dê rêwîtiya xwe berdewam bikin. Ev helwesta hukimetê helwesteke siyasî ye.

    Di şexsê HDPê de gelê kurd dikin hedef. Di demên dawîn de dîsa êrîşên lîncê dest pê kirine. Lêpirsîna li hemberî min jî bi Fermana Serokomar hatiye destpêkirin. Ev jî perçeyekî vê êrîşê ye.'

    Sekna Kurdistaniyan a li navenda Hezexê jî dewam dike.

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî û Parlamenterê HDPê Adem Geverî,  Parlamenterên HDPê Ertûgrûl Kurkçu, Filiz Kerestecioglû, Feleknas Uca û Leyla Zana jî li navenda Hezexê bi gel re ne.
    Girseya gel nezî nîvroyê dê li vir mîtîngekê pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Meşa Cizîrê: Bi hezaran kes gihiştin Hezexê
    Li Cizîrê dewlet destûr nade ku cenazeyên 4 welatiyan bête defnkirin.
    Li Dêrsimê şer
    Etîketan:
    Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de