19:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    HDP îzmîr

    Nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin: 30 HDPî asê man

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4901

    Hevseroka HDPê ya Îzmirê Dîlek Aykan, diyar kir ku nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin û 30 hevalên wan di avahiyê de asê mane.

    Îzmîr--Komek nîjadperest êrîşî avahiya HDPê ya Karabaglarê ya Îzmirê kirin. Koma nijadperestan li dora avahiyê kom bûn, avahî dan ber agir.
    Hevseroka HDPê ya Îzmirê Dîlek Aykan, diyar kir ku di avahiyê de 30 endamên wan hene û bi fikarin ku wekî Madimakê bibe. Aykan, bang li hemû mirovên welatparêz, demokrat û mirovparêz kir û xwest bi hawarê biçin.

    Hevserokê HDPê yê Karabaglarê Ugur Bozkurt jî diyar kir ku niha ew û 25 hevalên wan di avahiyê de asê mane û derdora wan hatiye pêçan. Bozkurt, anî ziman ku komê camê avahiya wan şikandin agir bi avahiyê xistine. Bozkurt, da zanîn ku dayikên temen mezin jî hene û nikarin ji avahiyê derkevin.

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye, êrişê li wan bê kirin bê bersiv namîne'
    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Meşa Cizîrê: Bi hezaran kes gihiştin Hezexê
    DÎK: Di dînê Îslamê de şer tune
    Li Amedê hemû seferên otobusa yên sibê hat îptalkirin
    Etîketan:
    HDP, Dîlek Aykan, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de