14:18 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr  Şirnex

    Li Cizîrê dewlet destûr nade ku cenazeyên 4 welatiyan bête defnkirin.

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Cenazeyên 4 welatiyên li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, hêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.

    Cizîr-Piştî Walîtiya Şirnexê li Cizîrê kolan qedexe kirin, polês û tîmên taybet li Cizîrê 10 welatî kuştin. Piştî çend rojan cenaze li malan hatin girtin, cenazeyê Sait Çagdavul, Osman Çaglı (18), Cemile Çagirga (13) û zaroka 35 rojî Muhammed Tahir Yaramiş rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê 4 welatiyan li gel rapora otopsiyê hatiye amadekirin jî dîsa li morgê tên sekinandin.

    Hevşaredarê Şirnexê Prz. Serhat Kadirhan anî ziman ku hêj Dozgeriya Komarê destûr nedaye, ji ber vê yekê nizanin dê kengî cenaze bê girtin.
    Li gel 2 roj derbas bûn hêj cenaze di morgê de tê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya 2 rojên nijadperestiyê: 305 êriş
    DÎK: Di dînê Îslamê de şer tune
    TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'
    Li Cizîrê polêsan 7 zarok sêwî hiştin
    Li Cizîrê şer: 3 tîmên taybet hatin kuştin
    Etîketan:
    Cemile Çagırga, Osman Çaglî, Sait Çagdavul, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de