03:11 25 Mijdar 2017
Zindî
    Teqîna li mîtinga HDP

    Sedema sereke ya krîza li Tirkiyayê xurtbûna kurdan e

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 5311

    Rast nirxandina sedemên krîza li Tirkiyayê ya di navbera desthilatdarî û kurdan de gelek girîng e. Siyasetmedar û pispor, riyên derketina ji krîzê ji hev cuda dinirxînin. Lê, hemû jî li ser wê yekê hemfikir in ku her du alî jî neçar in ku li dora maseya guftûgoyan rûnin, ji ber ku riyeke din tuneye.

    Li ser sedemên krîza li Tirkiyayê ya di navbera desthilatdarî û kurdan de ya êdî bûye sedemê mirina gelek kesan, nêrînên cuda hene. Yek ji nêrînan ew e ku redkirina guftûgoyên bi kurdan re, vegera Erdogan a rêgeha wî ya sîyasî ya resen e û nêzîkatiya wî ya bi kurdan re jî hemleyeke taktîkî bû.

    Nêrîna din jî li ser wê yekê ye ku êrişên niha yên li dijî kurdan, hewldanên AKP yên windanekirina desthilatê ye. AKP hewl dide piraniya gelheyê li dora xwe kom bike, yên wekî desthilatdariyê ji xurtbûna pozîsyona kurdan a li Tirkiyayê, Sûriyayê û Iraqê ditirsin. Pêvçûnên di navbera artêşa tirk û şervanên PKKê de tirsa tirkan a li hember kurdan zêdetir dike û ji bo wan bahaneyan bingehan saz dike, ku helwesta kurdan a li hemberî Erdogan wek nankorî bi nav bikin û diyar e ku ew jî yek ji navgînên kampanyaya nû ya hilbijartinan e. Armanca desthilatdariyê ew e ku pêşî li rabûna kurdan bigirin.

    Li gorî nêrîna sêyemîn, pêvçûnên çekdarî yên niha ji ber rageşiya siyasî, ji ber dilînîya li hember bûyera li Surucê bi tesudafî rû dan. Lihevnekirin û alozî dê heta hilbijartinan berdewam bikin û paşê her du alî dê vegerine guftûgoyan.

    Nûnerê PYDê yê li Rûsyayê Abdulselam Alî dihesibîne ku krîz ji ber helwesta desthilatdariya tirk derketiye holê û bi awayekî xurt bandorê li rewşa Tirkiyayê kiriye. Ji ber rageşiya li Tirkiyayê gelek kurd berê xwe didine Ewropayê û yan jî kantonên Rojava.

    'Em aliyê mirovî binirxînin: kurdên ku ji ber DAIŞê ji Kurdistana Sûriyayê ber bi Kurdistana Tirkiyayê revîyane, niha yan li Ewropayê ne, yan jî di rîya Ewropayê de ne. Ji ber ku li Tirkiyayê rageşî gelek zêde bûye, bi taybet jî li bajaran. Rewşa li bajaran vedigere wek rewşa li Rojava. Berê PKKê li çiyan şer dikir, lê niha derbazî bajaran dibe û wek modela li Sûriyeyê li bajaran şer dike. Çapemeniya tirk rastiyan vedişêre. Windahiyên hêzên dewletê ji yên hatine ragihandin gelek zêdetir in. Bi fermî hate ragihandin ku li Oremarê 16-17 leşker hatine kuştin, lê di rastiyê de ew jimar ji 30î zêdetir bû. Mixabin di nav wan leşkeran de kurd jî hene. Berê kurdên Tirkiyayê alîkariya kurdên Sûriyayê dikirin. Lê, niha ew bi xwe rastî probleman hatine û gerek e em deynê xwe vegerînin.'

    HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
     

    Pisporê rûs Kîrrîl Vertîyayev, rêvebirê beşa kurdnasiyê ya Navenda Lêkolînkirina Welatên Rojhilata Navîn ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê jî li ser mijarê wiha ragihand:

    'Rageşî (conflict) ji ber doza siyasî ya li welêt derkete holê. Ew jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku Erdogan hewl dide layengirên Abdullah Ocalan ji zemîna hiquqî bide paş. Ew layengir jî endamên Partiya Demokratîk a Gelan in. Gurbûna rewşê xwedî karektereke spontane ye. Sedema sereke bûyera li Surucê ya roja 20ê Tîrmehê ye, ku di encamê de her du aliyan hev tawanbar kiribûn. Yek ji sedemên din jî, li Sûriyayê ihtimala peydabûna dewleta kurd û serkeftina wan a li hemberî DAIŞê ye. Lê, her du alî jî di doza siyasî de divê xwe ji tund û tujiyan bi dûr bixin. Rageşî heta hilbijartinên meha Mijdarê wê hêj gurtir bibe û paşê wê rewş aram bibe. Em divê hêvî bikin ku aqlê selîm bi serkeve û pirsgirêk bi diyaloga siyasî ve bêne çareserkirin.'

    Hemû pispr destnîşan dikin ku aliyên têkildar divê vegerine maseya guftûgoyan. Ji ber ku riyeke din tuneye. Pozîsyona NATO û YEyê jî girîng e, ku bang li her du aliyan jî kirin ku vegerine guftûgoyên aştiyê. Ew ji ber wê yekê ji krîza li Tirkiyayê endîşedar dibin, ku rewşa rageş hem bandorê li şerê li dijî DAIŞê dike û hem jî riya herka penaberan a ber bi Ewropayê vedike, ku gelek ji wan kurd in.

    Bi heman mijarî:

    Remzî Kartal: Di 1ê Mijdarê de divê AKP were têkbirin
    Kantonên Rojava li dijî komkujiyên AKP'ê yên li Bakur bang li NY kirin
    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin
    Ramazan Kaval: ‘AKP dixwaze heza gelê kurd bişkîne’
    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye
    Di hilbijartina vê carê de gelo HDP dê % 17 bi dest bixîne?
    Kiliçdaroglu: Di pêvajoya çareseriyê de HDP dê bibe muxatabê me
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Etîketan:
    Çareserî, Krîz, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de