14:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    DÎK

    DÎK: Di dînê Îslamê de şer tune

    © Foto: Dîk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Pêkhateyên DÎKê, êrîşên li dijî Kurda pêk hat şermezar kir û diyar kir ku di Îslamê şerê bi vî awayî tune. DÎKê xwest saziyên olî yên li Tirkiyê li hemberî şer bêdeng nemînin.

    Amed-Pêkhateyên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), bi boneya şermezarkirina êrişên li dijî kurdan, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li salona konferasê ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) pêk hat.

    Di civînê de nirxandin li ser şer û wateya şer di olê de hat kirin. Di civînê de Mele Tarik Hekîmoglu, Serokê Komeleya İlm Mele Muhittin Eryilmaz, Dr. Fadil Bedirhanoglu, Mele Kudrettîn Baydar û xebatkarê DIAYDER'ê Panayir Çelîk amade bûn.

    Endamê DÎKê Dr. Fadil Bedirhanoglu, di civînê de diyar kir ku rewşa şer a li Cizîr, Gimgim, Şirnex, Silopî, Gever, Lîce, Farqîn û Nisêbînê pêk hatiye li dijî zagonên olê ye û wiha got: ‘Divê wezaret û saziyên olî yên li Tirkiyê li hemberê vî şerê bêdeng nemînin. Em vê bêdengiya wan şermezar dikin.'

    Bi heman mijarî:

    Xwepêşandêrên faşîst: ‘Em ne operasyonan, qetliyamê dixwazin!'
    TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'
    Ew rojnamevana ku li penaberan dixist ji kar hat avêtin
    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe
    Li Dêrsim û Colemêrgê gelek dever wek ‘herêma ewlehiyê' hat îlan kirin
    Etîketan:
    DÎK, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de